Welatiyê bi navê Salih Arslan dema li çolê şivantî dikir, ji keviran şekl çêkirin û bi vê hewldanê hezkirina wî ya peykertiraşiyê xwe da pêş û ev 51 sal in ku ev hezkirina hunerî li cem bûye girek, karek û hunerek. Arslan eşkere kir ku berhemên wî cara ewil ji hêla çerçiyên hatî gundê wan ve hatine ferqkirin û got: “Min berhemên xwe didan çerçiyan, şe û neynik ji wan distandin.”
Salih Arslan ê 66 salî li Manîsayê dijî û 51 sal e peykertirajiyê dike; wî hezkirina xwe ya peykertiraşiyê bi xwezayê re hûnand. Kevirên ku Arslan diniqirîne, beyî ku pereyekî bide ji xwezayê pêşwazî dike, meraqa wî ya peykertiraşiyê di 15 saliyê de dest pê dike. Arslan wê demê li Uşakê şivan e. Arslan kevirên ku kom dike, wan dineqişîne û peykerên piçûk ji wan derdixe, bi demê re meraqa wî ya ji bo peykertiraşiyê her ku diçe zêde dibe.
Arslan dest nîşan kir ku berhemên wî yên destpêkê ji hêla wî ve nehatine ferqkirin, tenê wekî pêlîstokekê li wan mêze kiriye. Dema ku çerçî tên gundê wan, ew van peykerên xwe bi şe û neynikan diguhere. Arslan dibêje, “zarokî bû” û wiha pê de çû: “Piştî elaqeya li hemberî peykeran zêde bû, min êdî nefirotin. Min wê demê fêm kir ku ez pîşeyekî ku ji hunerê qût, nikarim bigirim destê xwe. Ev 51 sal in bê navber ez vê hunerê dewam dikim.” Arslan da zanîn ku di zarokatiya xwe de zêdetir bi keviran hunera xwe diafirand, niha zêdetir bi dar, kok û parçeyên textikan hunera xwe diafirîne û wiha peyivî: “Di hunerê min de zêdetir fîgurên sewalan derdikevin pêş û bûyerên mîtolojîk jî vedibêjim.“



Li ber ronahiya çirayê


Arslan piştî bi tevahî li Manîsayê bi cih dibe, hunera xwe bi kêr, birek û tevşoyan diafirîne û li ser vê yekê jî got: “Ji ber ku pereyê min tune bû, ez bi salan li kuçeyan xebitîm. Min bi salan li ber ronahiya çirayê peyker çêkirin. Çiqileke darekî, piyên kursiyan ên ku cînaran avêtiye kuçeyê û şibake, hemû amûrên hunera min bûn. Destpêkê xelkê ji hunera min fêm nekir û wekî ku ez pûtan çê dikim, nêzîk bûn û ez wêder kirim. Min qet dest jê berneda. Rojekê min çiqilên dara palmiyeyê birin malê, hevjîna min gelekî hêrs bû. Xwest ez bavêjim sergoyê. Dema min berhemek ji wan çiqilan derxist, fêm kir ku şaşî kiriye.”
Arslan diyar kir ku wî sala 2012’an bi navê “Agaçkakan” atolyeya xwe vekiriye, di peykeran de hêstên xwe dide der û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi demê re min ferq kir ku di parçeyên daran de fîgur hene. Dema ez berhemekî çêdikim ji cîhanê qut dibim. Ez 66 salî me ji ber çêkirina peykeran laşê min gelekî bi hêz e, ez hêza xwe ji hunerê digirim.”




GOKHAN ONER/DÎHABER/MANÎSA