Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê ku di nava gelek festîvalên fîlmên Kurdî ên li gelek navendên cîhanê de weke ya herî mezin tê qebûlkirin, îsal cara 9´an e ku tê organîzekirin. Di Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê de ku ji sala 2001’ê û vir ve tê organîzekirin, heta roja îro fîlmên dem dirêj-kurt û belgefilmên ji çar parçeyên Kurdistanê û Ewrûpayê gihiştin sînemahezan. Nehemîna Festîvala Fîlman wê di navbera 13-22’ê Mijdara 2015’an de li Hackney Picture House bê lidarxistin.

Pêşbirka Fîlmên Kurt a Yilmaz Guney jî di çarçoveya festîvalê de tê lidarxistin; ew jî îsal cara pêncan e ku pêk tê. Heta 1’ê Hezîranê festîval miraceatan qebûl dike, divê derhêner fîlmên xwe di nava vê mohletê de bigihînin komîteya festîvalê. Ji bo karê derhêneran were hêsankirin, li çar parçeyên Kurdistanê bi rêya nûnertiyan wê fîlm karibin bên radestkirin.

Ji bo agahiyên berfireh ên li ser festîvalê malpera înternetê ya http://www.lkff.co.uk/ a bi zimanên Îngilîzî, Kurmancî û Soranî dikare were ziyaretkirin. 


  ANF/LONDON