
Ango dixwaze hemû nasnameyên etnîkî, olî, herêmî li gorî nasnameya yek netewek de înşa bike û bi rêve bibe. Di înkarkirina netew û netew-dewletê de, li gelek deveran ev tişt bi rêbazên dert û bi tundî li pêşketiye. Di vî warî de netewperweriya jakobenan û neteweperweriya Kemalîstan pir balkêş e. Rêbazên van her di hişmendiya netewpeweriyan neheştîne netew û nasnameyên cûda û etnîk pêş bikevin. Her wext nasnameyên etnîkî perçiqandin û tepeserkirine.
Metod û rêbaz
Di felsefa netew-dewletê de metod û rêbaza sereke ev e: Civak û komên etnîk yên cûda ku di nava dewletê de cih digirin her wext ger û sedemê pirsgirêkan; nahelîna neteweyek homojen ava bibe. Bo vê yekê divê bi rê û rêbazî weke komkujî, tehcîr û bi asîmîlasyonê ji holê werin rakirin. Wisa jî dikin jixwe. Ger ev negengaz bi cudatiyê, bi entegrasyonê dixwazine çareser bikin. Pir bikevîne zorê bi xweseriyê, bi federalîzmê an ji di statuya mafê kêmaran de û bi rêbazên hwd dixwazin çareser bikin, rêbazên welê pêş dixin. Lê belê rêbaza herî pir ku netew-dewlet bikartînin û di teoriyê de jî hatiye qebûlkirin rêbaza asîmîlasyonê ye, li gel vê entegrasyonê. Bi rêbaza asîmîlasyonê dixwazin hemû kom û civakên ku çand û nasnameya wan cuda ye; cudahiyek di xwe de dihêlîne di nava çand û netewa serdest de bihêlîne û tune bike.
Pêvajoya asîmilasyonalîst
Helbet pêvajoya asîmîlasyonîst xwe di gelek warên cuda de nîşan dide lê polîtîka û rêbazên vê pêvajoyê di esasê xwe de û bi gelemperî li ser ziman tê rêxistinkirin. Di perwerdeyê de, di çapemeniyêde, di heyeta bazirganiyê de, bi têkiliyên dezgehê îdarî de, di şiyana darîzandinê de û di gelek hêlên welê de tiştan bingehîn ziman e. Dema di warên wisa de her kom û civak li gorê zimanê xwe diaxive, di nava têkiliyan de be, ew gav netew-dewlet ji ava nabe. Ji ber vê yekê netew-dewlet bi gelemperî zimanê netew an ji koma etnîk ya damezrîner dike zimanê fermî û li ser civakê ferz dike. Dixwaze di warê hemû jiyanêde tenê zimanê fermî bikar bînin û bê axaftin. Bi vê awayî zimanê komên cûda, ji jiyanê dixe û qedexe dike. Ji bo rayedarên netew-dewletan komên etnîkî bi fîzîkî ji holê rakirin her çiqas hêsan hêzan be jî çare nîne. Ji ber vê yekê li dihê ku bi fizîkî tunebikin, dixwazin dîrok û ravirdûya gelên cûda tune bikin. Dixwazin hafiza ji holê rakin. Lewre ev tişt, kar û karên wan hêsantir dike. Bi rastî jî dema em li dîroka metîngerîyê dîroka netew-dewletan binêrîn; ji bo warek, welatek an miletek, bo demê duvdirêj di binê destê xwe de bigirîn ev hêbaz bikar anîne. Ji bo berxwedana komên netewî bişkînin. Hafiza wan tune kirine. Ji bo pêşiya rabazên wan yê ji bo mafên azadî bigirin, heta ji destê rêveberên netew-dewletê tê, hişmendiya wan ya neteweyî ji xwe re kirine hedef û xwestîne vê hişmendiyê tune bikin.
Dîroka serdestan
Dîroka serdestan her wext rûyê metîngeran verşê bide jî, ew jî baş zanîn ku bi rê û rêbazên zext û zordariyê nikarîne mijokdariya xwe bi domînin. Ji bo pergala xweya kedxwariyê bi hêsanî bimeşînin, xwestîne zîhniyetek li gorê feraseta xwe li ser civakê ferz bikin. Tabî pêşî bi rêbazên leşkerî û li ser esasê kuştin û tunekirinê bikaranîne. Piştê kuştin û qetilkirinê, dor tê ser kuştina zîhniyetê netewên cûda! Dema ev tişt jî gihaşt armanca xwe , vê carê hişmendiya xwe de mejiyê mirovan de bi cîh dikin. Ji bo ku ew netew carekê din serî raneke jî, kuştin û sirgunan, sêdaran tînin bîra wan. Tirs ava dikin! Ev tirs jî me got bi sêdar û gorîstanên tê avakirin. Dema em li dîroka komara Tirkiyê binêrîn emê bê rastiyê baştir bibînin.
Mêtîngeriya Kurdistanê
Mêtingeriya ku li Kurdistanê tê kirin li ser gelek aliyan, li ser gelê kurd qirkirine meşandiye; ne tenê qirkirina fîzîkî ye. Qirkirina çandî û ya li ser ziman xurtir meşandiye. Metîngeriya netew-dewleta tirk di esasê xwe de li ser bingeha dûrxistina jixwe, dîroka xwe, çand, ziman û welatê xwe ye. Ligel qirkirina fîzîkî, di heman demê de qirkirina spî ya mêtingeriya ramanî, heta roja me ya îro jî hatiye meşandin û he jî rêyaderên tirk li gorî bîrdoziya fermî ya kemalîst nêzikê çand û zimanê me kurdan dikin.
Hêzên dagirker
Hêzên dagirker her dem ji bo ku gelê Kurd nikarî be xwe nas bike, li ser ziman û çanda kurdan zordariyê meşandiyê û her rabûna kurdan pelçiqandiye.Va îro jî bi reng û terzek cuda li ser kurdan vê polîtîka xwe didomîne. Bila kes nebêje êdî asîmilasyona wan bandorê nake. Dema em wisa bifikirin emê xwe bixapînin. Lewre ev rêbazek wisa ye ku mirov qet fera nake. Ku asîmîle dibe û di bîne. Bandora polîtîkayek wisa qirkirinê de ye. Heta em dikarîn bêjîn ku kurd îro ji her wextî pê tir hedefa polîtîkayê tirbûnê deye û pêtir bi asîmîlasyonek xinis(sînsî) re rû bi rûye.
Lingê duyemîn
Pingê vê stratejiya asîmîlayonîst ya duyemîn jî eve: Bi rêya TV’ê û amûrên welê tê asîmîlekirin. Bi riya rêzefilman ketîne hemû gund û bajarên kurdan. Bi riya van rêzefilman tirkbûyînê li pêş dixin. Ango kurd bi rêzefîlma Silêmanê Muhteşem, bi eşq-î memnû, hwd dikin tirk. Dixwazim balê bikişînim ser tiştek din jî binêrin bi saya Tevgera Apogerî, rayedarên dewleta tirk êdî nikarin bêjin kurd tune ne, zimanê kurdî tune ye! Tişta dibêjin ew e: kurd hene lê hûn nikarin bi zimanê tebara xwe bikin, nan û av qezenç bikin. Hûn nikarin bi zimanê xwe perwerdê bikin. Lewre zanîn êdî bi înkarkirinê tişt naçe serî, encam nagire, bo vê stratejiyek welê pêş dixin. Kurdan li ser navê entegrasyonê asîmîle dike. Di ser de jî civaka kurdan, mirovê kurd bi çand û wan rêzefîlmên me got dikişînin nava radeya cival û çandekî herî rêzandî û jêr.
Helwesta Kurdan
Li vir tişta girîng ew e ku em kurd, divê li hember bê polîtîkaya asîmîlasyonîst ya xinîs çi bikin û çawa tevbigerîne. Ez keda xebatkarên çand û ziman pir pîroz dibînim, di serî de jî xebatên TZPKurdî û Azadiya Welat. Lê dîsa jî di hinek hêlan de kêm dimînin. Di warê avakirina saziyan de pirsgirêk tune ye; pirsgirêk ew e ku saziyên me li gorê berpirsyariyên xwe yên pêvajo û dîrokê tevnegerin e. Mesela TZPKurdî dikare weke wezareta perwerdeyê xwe li her derê welat û li Rojava yê tifkiyê birêxistin bike, bernameyên perwerdeya ziman amade bike.
Li gel bê yekê bi saziyên çand re bernameyan hazir bike û her derê ku kurd lê dijîn bike qadên parastina zimanê kurdî. Dîsa xeleka girîng jî ev e ku jina kurd li gel xebatên siyasî dest biavêje xebatên ziman û çandê; ji vê re jî pêşengiyê bike. Lewre rista jina kurd diyarker e; ristek girîng û pêşeng e. Heke îro Kurdayetî yi ser pêyan mabe ev bi saya jinên kurd û dayîkên me Kurdan e. Ji bo vê yekê bila pêşengî vi vê re jî bikin polîtîkayên asîmîlasyonîst, entegrasyonê û otoasîmîlasyonê vala derxîn.
CÎHAN OZYILDIZ / Ji Girtîgeha Tîpa M Karaman