
Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku operasyonên rizgarkirina gundewarên Kantona Kobanê didomin û li eniyên rojilat û rojava pevçûn tên jiyandin. Navendê doh destnîşan kir ku di 24 saetên dawî de 2 şervanên YPG’ê jiyana xwe ji dest dane.
Navenda Çapemeniya YPG’ê derbarê operasyonên ku li Kobanê dom dikin de daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de li ser geşedanên 24 saetên dawî de ev agahî hatin dayîn: „Berxwedana Kobanê ya ku li hemberî hewldanên dagirkirinê yên çeteyên DAIŞ’ê tê meşandin û gihiştiye merhaleya serkeftinê gihîştiye roja xwe ya 171’emîn. Di operasyonên hêzên me yên li bejahiya Kobanê de cih bi cih pevçun tên jiyandin.
Şevê din li nêzîkî gundê Eydanê yê li rojhilatê Kobanê di navbera hêzên me û komên çeteyan de pevçunek hatiye jiyankirin. Di pevçûnê de motorek û trakorek çeteyan hatiye ruxandin û 3 kuştiyên çeteyan hatine tespîtkirin. Hêzên me li vir dest danîn ser tirimpêlek pick-up û doçkayek 12,5'mm a çeteyan.
Operasyona hêzên me ya ku şevê din li hemberî gundê Şexlera Jêrîn a li rojavayê Kobanê hatibû destpêkirin hin jî berdewam dike. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan a di pevçunan de nehatiye zelalkirin. Di pevçunên heta niha de hêzên me dest danîn ser yek BKC, 3 kilêş û 2.000 fîşekên kilêşan.
Di navbera gundên Xirab Eto ya Ereban û Nazirî ya li heman herêmê de jî di navbera hêzên me û komên çeteyan de pevçunek hatiye jiyankirin. Li vir jî hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehatiye zelalkirin.”
Di dawiya daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di pevçun û operasyonên 24 seatên dawî de 2 şervanên YPG’ê bi lehengî şer kirine û gihîştine şehadetê.
ANHA/KOBANÊ