Di daxuyaniya Navenda Çapemeniya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ya ku li ser malpera fermî ya YPG’ê hate weşandin de wiha hate gotin: “Di serê sibeya roja 27’ê sibat 2014’an de komên çete rawestandina operasyonên YPG’ê ji xwe re derfet girtin û bi alîkariya ajanên xwe ku cihên pîroz nîşanî wan kirin, êrîşî bajaroka Til Meerûf kirin. Li bajaroka Til Meerûf komên çete kiryarên qirêj û hovane li dijî welatiyan û cihê pîroz pêk anîne. Çeteyan destdirêjî li mizgeft, merqed û malên welatiyên sivîl kirin û mînareyên mizgeftan teqandin û dikan û malên welatiyan jî talan kirin. Çeteyan hemû sewalên di bajarok de dizîn û bi dehan welatiyên sivîl revandin û heta niha çarenûsa wan nediyar e.”


Çete reviyan
Derbarê operasyona YPG’ê ya bersivdanê de jî ev agahî hatin dayîn: “Dema ku hêzên YPG’ê berê xwe dan bajarok şer çêbû. Di encamê de çete ji bajarok reviyan û berê xwe dan kunên xwe yên nêzî bajarok. Li ser vê yekê hêzên YPG’ê bajarok ji çeteyan û mayînên wan paqij kirin û rê ji welatiyan re vekir ku vegerên malên xwe. Di serê sibeya roja 1’ê adarê 2014’an de hêzên me yên girêdayî Konseya Leşkerî ya bajarê Qamişlo hemleyek di bin navê ‘li dijî destdirêjiyên pîroziyan’ dane destpêkirin û heta ber êvarê dewam kir. Di encamê de hemû bargehên çeteyan ên ku ji vir êrîşên xwe li dijî welatiyan pêk dianîn hatin desteserkirin.”

Çebilxane hat desteserkirin
Di daxuyaniyê de bilancoya hemleya xweparastinê wiha hate eşkerekirin: “Hêzên YPG’ê 13 çete kuştin, gelek birîndar kir û 9 çete jî girtin û cebilxaneya wan ku ji 1 doçka eyar 14.5 bi tirimpêlên wan ve, 3 BKC û 15 kilaşîkof pêk dihat, desteser kirin.” Di dawiya daxuyaniyê de hate diyar kirin ku hêzên YPG’ê ji bo rawestandina hemû operasyonên xwe ên leşgerî li gel mafê xweparastinê li ser soza xwe ne û wiha hate bidawî kirin: “Di dema ku hêzên me hemû operasyonên leşkerî rawestandine, em ti carî li hemberî êrîşên çeteyan destên xwe girênadin û emê mafê xwe yê parastinê bikar bînin. Emê bi tundî bersiva çeteyan bidin." YPG bang li ajanên çeteyan û rejîmê kir ku dest ji karê xwe yê qirêj berdin, nexwe dê rastî cezaya dadgehê werin.

ANHA/QAMIŞLO