Sosin Bîrhat bi bîr xist ku opozîsyon cihê xwe di hevdîtinên Cenevre-3 de digire û got: “Opozîsyon îdîa dike ku nûnera gelê Sûriyeyê ye, lê li taxa Şêx Meqsûd jî li dijî sivîlan çekên kîmyewî bi kar tîne.”
Sosin Bîrhat, da zanîn ku komên çete ji 5’ê Nîsanê û vir ve êrîşên xwe yên li dijî taxê zêde kirine û wiha dewam kir: “Çete di êrîşên xwe de çekên giran ên pêşketî bi kar tînin. Bi cereyên gazê û fuzeyên giran taxê topbaran dikin. Di êrîşên xwe de çekên kîmyewî û gazên jehrîn jî bi kar tînin.”
Li dijî sîstema federaliya demokratîk e
Sosin Bîrhat, destnîşan kir ku komên çete ji ber 2 sedeman êrîşên xwe yên li dijî taxa Şêx Meqsûd zêde kirine û wiha dewam kir: “Sedema yekem dixwazin sîstema fedraliya demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyê têk bibin. Sedema duyemîn jî ew e ku dema hevdîtinên Cenevre-3 nêzîk bûye. Çete dixwazin beriya hevdîtin destpê bikin, taxê dagir bikin. Ji ber ku di nerîna wan de aliyê ku hêza leşkerî di destê wî de heye, dikare di Cenevre-3 de destketiyan bîne.”
Bîrhat ragihand ku dewleta Tirk ji ber tirsa xwe ya ji sîstema pêşketî ya sîstema federaliya demokratîk û serkeftinên gelê Kurd ên li Rojava-Bakurê Sûriyê piştigiriyê dide çeteyan û wiha pê de çû: “Li aliyê din jî dewleta Tirk ji pêkanîna demokrasiya di navbera pêkhateyên herêmê ditirse. Ji ber van sedeman, dewleta Tirk pişgiriya xwe ya bi çeteyan re zêdetir kiriye.”
Fermandar Sosin Bîrhat, bang li civaka navdewletî kir da ku dest werdin rewşa Şêx Meqsûd bikin da ku dawî li êrîşan were.
‘Şerê man û nemanê ye’
Sosin Bîrhat di dewama axaftinên xwe de bal kişand ser şerê li Şêx Meqsûd rû dide û got: “Şerê em dikin şerê hebûn û tunebûnê ye. Şerê me şerê parastina rûmetê ye. Em ê bi hemû hêza xwe rûmeta gelê xwe biparêzin. Çiqasî hejmara çeteyan zêde bû û çekên giran bikar anîn, wê nikaribin îradeya gelê me bişkînin û tekoşîna me rawestînin.”
ŞERVÎN MISTEFA-FÎDAN EBDULAH/ANHA/HELEB