Êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî gundên Til Semen û Siriz Xinez ên Reqayê hatin şikandin. Di vî şerî de 25 çete hatin kuştin. Li aliyê din, li Rojavayê Reqayê, şervanan dawiya hefteyê gundê Swêdiya Xerbî rizgar kir û berê xwe dan Swêdiya mezin.

Çeteyên DAIŞ’ê pêr sibehî êrîşî çeperên şervanên  Odeya Çalakiyê ya Xezeba Firatê yên baskê Eyn Îsa kir. Çeteyan ji du milan ve êrîşî gundên Til Semen û Siriz Xinez ên 20 kîlometreyan li başûrê Eyn Îsa, kir. Şervanan di cih de bersiv da êrîşan û ew şikandin.

Di vî şerî de 25 çete hatin kuştin û 16 cenazeyên çeteyan, 11 kalaşnîkov, 400 fîşekên kalaşnîkovê, 2 BKC, 2 zincîrên BKC, çekek B7 û 4 roketên wê, 16 êlekên êrîşa xwekujiyê û 2 cîhazên dîjîtal ketin destê şervanan.

Di şer de her wiha 2 tank, 3 wesayîtên bombebakirî, motorsîkletekî bombebarkirî û 2 wesayîtên leşkerî hatin rûxandin.

Siwêdiya Xerbî jî rizgar bû

Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê pêr ji çar aliyan ve ketin gundê Siwêdiya Xerbî û bi şev gund ji çeteyên DIAŞ`ê rizgar kir.

Şervanan di operasyona paqijkirina gund de du BKC, du RPC, du rext û pênc narîncok desteser kirin. Di heman demê de jî 32 çeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin.

Gundê Siwêdiya Xerbî 4 km dûrî gundê Caber Şerqî ye. Li wî gundî sê girên stratîjîk hene û çeteyan ev gund weke bargeheke esasî bi kar dianî.

Di navbera gundê Siwêdiya Xerbî û Siwêdiya Mezin de tenê 2 km mane û şervan ber bi vî gundî ve diçin.

Cangoriyên Xezeba Firatê

Her wiha Navenda Ragîhandin û Çapmeniya YPGʹê nasnameya 4 şervanên xwe yên di pêngava Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dayî, eşkere kir.

YPGʹê da zanîn ku van şervanan di demên cuda yên pêngavê de jiyana ji dest daye. YPG´ê piştî îfadeya hurmet û rêzgirtina ji bo cangoriyan, ji malabatên wan û gelên Kurdidtanê re ser saxî xwest.

YPG´ê nasnameya cangoriyan jî wê da zanîn: Xalid El-Hecî yê bi navê şervan Ebû Hezar li gundê Şerabiye (Sirîn) hatiye dinê, 4´ê Çileyê 2017´an li Caber Şerqî (Reqa) jiyana xwe ji dest daye; Mehmûd Mistefa yê bi navê şervan Qehreman li Bîr Xelef (Sirîn) hatiye dinê, 21´ê Kanûna 2016´an li Caberê (Reqa) jiyana xwe ji dest daye; Mihemed El-Hisên ê bi navê şervan Rohan Kobanê li Rimêla hatiye dinê, 25´ê Kanûna 2016´an li Caberê (Reqa) jiyana xwe ji dest daye; Hazal Dûman a bi navê şervan Xwînda Şerzan, li Mêrdînê hatiye dinê, 3´yê Çileyê 2017´an li gundê Şalî (Reqa) jiyana xwe ji dest daye. 


 NAVENDA NÛÇEYAN