Navenda Çapemeniya YPG’ê derbarê êrişên komên çete û Artêşa Tirk ên  li dijî taxa Şêxmeqsûd a Helebê û Kantonên Kobanê û Efrînê, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniya YPG´ê de tê gotin, êrişên çeteyan ên li dijî taxa Helebê Şêx Meqsûd dewam dikin û “29’ê Gulanê 3 çeteyên ku dixwestin têkevin taxê, ji aliyê hêzên YPG´ê ve hatin kuştin û hewldana wan a êrişê hat pûçkirin. Di şer de maşîneke leşkerî ya çeteyan jî hat derbkirin.”

Di beşa duyem a daxuyaniyê de îşaret bi êrişên dewleta Tirk ên li dijî hêzên YPG´ê hatiye kirin: “Arteşa Tirk di çarçoveya van êrişan de 29’ê Gulanê bi şev bi topên obûs êriş birin ser gundên Bêlonê û Maranêz ên giredayî Efrînê. Di encama van êrişan de 3 topên obûs ketin gundê Bêlonê, topek jî ket gundê Maranezê.

29’ê Gulanê saet 17.00’an Arteşa Tirk bi çekên giran êriş bir ser gundê Qeremox ê li rojhilatê Kobanê. Di encama vê êrişê de hemwelatiyekî me yê sivîl birîndar bûye.

Dîsa Arteşa Tirk 29’ê Gulanê saet derdora 21.00’an de hemwelatiyên sivîl ên li nêzî deriya sînor a Kobanê di nava tevgerê de bûn bê serûber gulebaran kirin.”

Di daxuyaniyê de wekî din agahî hat dayîn ku 29’ê Gulanê saet 14.00’an çeteyên DAIŞ’ê ji çeperên xwe yên li başûrê Cerablûsê bi çekên giran êriş birin ser herêma Girê Sor a li başûrê bajarokê Şêxler a giredayi Kobanê lê belê derbarê encaman de agahî nehat dayîn.


Li Şehba jî Artêşa Tirk êriş dike 

Li aliyê din ajansa nûçeyan a Hawarê ANHA radigihîne ku hêzên Artêşa Tirk pêr bi şev bi çekên giran ên weke topên hawan û Fûzeyên Katyûşa êrişî nuqteyên şervanên YPG/YPJ’ê û Ceyş El-Siwar ên li gundên Bêlûniyê û Eyn Deqne yên li beramberê nuqteyên çeteyên DAIŞ’ê, kirin. Di encama êrişê de ziyana madî çêbû.

Gundên Bêlûniyê û Eyn Deqna dikevin rojavayê gundên Kilcibrîn û Kefer Kelbên ên ku beriya çend rojan, ketin destê çeteyên DAIŞ’ê. 


 NAVENDA NÛÇEYAN