Di êrişeke çeteyan 18´ê Gulanê de keça Kurd Fatma Mihemed a 10 salî jî di navê de gelek kes birîndar bûbûn. Fatma ya biçûk ji zikê xwe birîndar bûbû, lê belê tevî hemû hewldanên bijîşkan jî nekarî bê rizgarkirin.
Li aliyê din komên çete doh û pêr jî bombe li rojavayê taxa Şêx Meqsûdê barandin. Ji ber êrîşê zarokek û extiyarek birîndar bûn. Êrîşên li hemberî Şêx Meqsûd ji 16'ê Sibatê û vir ve didomin. Di êrîşan de bi dehan sivîlan jiyana xwe ji dest da, bi sedan kes birîndar bûn.
Dewleta Tirk tehlûkeya ji welatiyan re
Li aliyê din dewleta Tirk yek ser jî êrişî welatiyên Efrînê dike. Pêr li ser sînorê Efrînê hêzên çekdar ên dewleta Tirk welatiyek birîndar kirin. Her wiha li Serêkaniyê jî gule li ciwanekî ku li nava zeviyên xwe bû reşandin û ew jî birîndar kirin.
Welatiyê bi navê Ehmed Îbrahîm Hemdî (20), dema hewl dida ku sînorê di navbera Efrîn û Bakurê Kurdistanê derbas bibe, eskerên Tirk gule lê reşandin û ew birîndarkirin. Hemdî ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyê.
Li Serêkaniyê jî ciwanê bi navê Cemal Qadir (16) dema ku di nava zeviyê xwe yê li Gundê Nestelê yê 60 km li Rojavayê Serêkaniyê de dixebitî, eskerên Tirk gule lê barandin û ew birîndar kirin. Ji bo dermankirinê Qadir rakirin nexweşxaneya Roj ya bajarê Serêkaniyê.
NAVENDA NÛÇEYAN