Gelê bajêr malên xwe terk kirin. Niha jî komên çekdar û kesên girêdayî wan, dest bi dizî û talankirina malan dikan. Di heman demê de ev komên çete navendên dewletê û nexweşxaneyan jî şelandin, zad, mal û alavên vir dizîn.

Li gundê Tilhelaf ku wekî paytextê Mîtaniyan tê zanîn, ji alî rejima BAAS´ê ve gelek depoyên genim û êm hatibûn çêkirin. Lê belê gundê Tilhelaf ji aliyê komên çekdar ve hatibû dagir kirin. Komên çete vê carê jî dest bi diziya van depoyên zad kir. Hat diyarkirin ku komên çete li gundê Tilhelaf genim ji wan depoyan derxistine û ber bi Tirkiyeyê ve birine. Tê gotin ku ji wir jî bi rêya trênê derbasî hindurê Tirkiyeyê kirine.


Hat diyarkirin ku

750 ton êmê pez, 150 ton kapeka genim, 60 ton êmê dewaran, 10 ton êmê ziwakirî (kesba) hatiye dizîn. Tevî vê yekê 26800 kîsên xêş ê nû, 100 000 kîsên kevin, 1167 depên ku di kar de dihat bi karanîn û 34 konên nû û dînamoyeke ku ji bo ava vexwarinê dihat bi karanîn jî hatine dizîn.
Komên çete tevî vê yekê derî û pencereyên avahiyên navenda êm û genim jî bi temamî dizîn. Herwiha hemû belge û kaxizên ku di rêvebiriyê de bûn jî hatine şewitandin.
Di derbarê kiryarên komên çeteyan de rûniştvanên Tilhelaf nerazîbûn nîşan dan û diyar kirin ku komên çekdar bi duruşmeyên avêtî wan xapandine û gotin: ''Dema ev kom hatin duruşmeya 'xweda mezin e' avêtin. Bi rastî me ji wan bawer kir, lê mixabin di bin vê dureşmeyê de dest bi dizî û talankirinê kirin. " Şêniyên gundên Tilhelaf û Tilhedar destnîşan kirin ku komên çete tiştên ji malên Serêkaniyê dizîne, li Mindicê û bajarokên derdorê difiroşin. 

ANF/SERÊKANIYÊ