Navenda Çapemeniya YPG'ê destnîşan kir ku di şerê 2 rojên dawî yên ku li herêmên Til Ebyad, Serêkaniyê, Qamişlo, Girkê Legê û Til Koçer di navbera komên çete û şervanên YPG'ê de, 177 çete hatine kuştin, 2 tang û 6 wesayîtên doçka jî hatin rûxandin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku komên çete di 12'emîn salvegera ‘êrîşên terorîstî’ yên li hemberî navendên bazirganiyê yên Amerîkayê de, bi armanca ku rihê van êrîşan dîsa bidin jiyandin dîsa êrîşî herêmên Kurdan kirine. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku çeteyên Dewleta Îslamî Iraq û Şam/El Nusra û gelek komên girêdayî ‘Artêşa Azad’ bi tang û çekên giran êrîş pêk anîne armanca wan ew bû herêma Serêkaniyê heta Til Koçer ji destê Kurdan derxin.
YPG’ê di berdewama daxuyaniyê xwe de diyar kir ku şervanên YPG/YPJ'ê jî li hemberî van êrîşan haziriyên xwe kiribûn û bersiva pêwîst daye çeteyan, di encama vê berxwedana şervanên Kurd de çeteyan gelek windahî dane.
YPG’ê der barê şer û encama şer de diyar kir ku li Serêkaniyê di 11'ê îlonê de hêzên YPG'ê navendên komên çete hedef girtin û di encamê de 16 çete hatin kuştin û ev tişt got: “Di 10'ê îlonê de komên çete êrîşî gundên derdora Qamişloyê kirin, lê rastî bersivdayîna şervanên me hatin. Di encama şer de gundê Uwêniyê hat rizgarkirin û 20 çete hatin kuştin. Ji vana jî cenazeyên 5 kesan di destê hêzên me de ne.”
YPG’ê der bar êşerê li Çilaxa de jî agahî da û aşkera kir ku li herêma Çilaxa gundên Girhok jî rastî êrîşa komên çete hatiye, lê şervanên Kurd li dijî van êrîşan berxwedaneke bêhempa daye nîşan û di şerê heta serê sibehê berdewam kir de, 13 çete hatine kuştin.
YPG’ê diyar kir ku li gundê Rimêla Paşa yê Girkê Legê jî, di 11'ê îlonê de komên çete bi hejmarek mezin û çekên giran êrîş pêk anîn û ev agahî da: “Di şerê ku heta êvarê dom kir de 58 endamên komên çete hatine kuştin û ji vana 35 cenaze li qada şer mane. Her wiha bi dehan çete birîndar bûn. Dîsa gelek cebilxane hat desteserkirin û komên êrîşkar ji herêmê hatine dûrxistin.”
YPG’ê destnîşan kir ku li herêma Til Koçer jî komên çete pêr di saetên serê sibehê de li derdora gundê Xiraba Jêr bi 2 tangan êrîş pêk anîn. YPG’ê da zanîn ku şer heta saetên nîvro berdewam kir de, 26 çete hatin kuştin, ji wan  8 cenaze li qada şer man. Her wiha 13 çek hatin desteserkirin.
Li gorî agahiyên YPG’ê komên çete li heman herêmê bi tangan û çekên giran êrîşî derdora gundên Mişêrfa û Sidêdiyê jî kirin û wiha got: “Şer heta nîvê şerê dom kir û di encamê de 2 tang hatin şewitandin, 4 wesayîtên doçka hatin rûxandin, gelek çek hatin desteserkirin û 32 çete hatin kuştin. Êrîşên komên çete û hinek komên Artêşa Azad ên li ser taxên Kurdan ên Helebê jî dewam dikin. Di şerên nava 2 rojên dawî de êrîşkaran gelek windahî dane. Li Til Ebyadê jî hêzên me di navbera gundê Çelbê û Bîrkino de li dijî komên çete kemîn danî. Di encama çalakiyê de 2 wesayîtên doçka hatin rûxandin û 12 çete hatin kuştin.”
YPG’ê di dawiya daxuyaniya xwe de destnîşankirin ku di şerên Serêkaniyê û Til Koçer de 8 şervanên YPG'ê jî şehîd ketine.  

Emîrên çeteyan hatin kuştin

Hat ragihandin ku di şerê pêr li derdora gundên Girhok û Yusufiyê ên Girkê Legê di navbera şervanê YPG/YPJ’ê û çeteyan de, 2 emîrên çeteyan hatine kuştin, 2 jî birîndar bûne. Hat gotin ku navê emîrekî hatiye kuştin Ebû Xetab e.
Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên YPG'ê hatine girtin, emîrên hatine kuştin û birîndarkirin, ên payebilind in û navê emîrekî hatiye kuştin Ebû Xetab e, lê navê yê din nehatiye hînbûn. Dîsa li gorî heman çavkaniyan navê emîrekî birîndar bûye jî Ebû Emmar Sehyonî ye.
Hat gotin ku komên çete piştî ku emîrên wan hatin kuştin û birîndarkirin, bi tangan hatine cihê pevçûnê û herdu emîrên birîndar û cenazeyên herdu emîrên hatine kuştin birine. 

QAMIŞLO/GIRKÊ LEGÊ