Çavkaniyeke taybet ji herêma Şehbayê ji ajansa ANHA`ê re diyar kirin ku komên çete yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker şevê din êrîş birin ser gundên Kurdan ên li başûrê bajarê Marî. Di encama êrîşan de, komên çete heft gundên Kurdan dagirkirin û navên gundên ku hatine dagirkirin ev in ”Keyît, Belîx, Şêx, Cerah, Qihir Kelbîn, Til Betal, Mizel û El-Berax”.

Hêjayî gotinê ye ku ev gundên ku ji aliyê komên çete yên girêdayî Tirkiyeyê ve hatine dagirkirin, li başûrê bajarokê Marî li ser riya giştî ya di navberî Marî û Babê dikeve. Komên çete yên girêdayî Tirkiyeyê hewildidin ku wê herêmê dagir bikin û ji niştecihên wê vala bikin, da ku demografiya herêmê bighuherînin, gel koçber bikin û gundan bişewîtînin. 


EFRÎN