Li gorî çavkaniya da zanîn ku welatî rastî îşkenceyan tên û rewşa wan a tenduristî pir xerap e, ji ber ku hemû kesên hatine girtin di jêrzemînekê (Qebû) de ne û demeke dirêj av û nan ji ser wan hate qutkirin.
Li aliyekî din hate gotin ku komên çekdar gelek bazirganên ku sotemeniyî vedugihêzin herêma Efrînê girtin û riya bazirganiyê li ber Kurda kirtine û tenê mirovên ereb dikarin bazirganiyê bikin.
Li aliyekî din ajokerkî Kurd di riya telefonê re ji ANHA’yê re ragihand ku 2 Otopîsa wî ya ku ji Lubnanê dihatin Efrîn tevî rêwiyan li Dartizê hatin girtin. Her wijha heman komê 6 kemyonên ku deboyên benzînê li ser bûn jî li Daritîza ji aliyê komên çekdar ve hatine revandin.
EFRÎN