Navenda Çapemeniya YPG’ê di daxuyaniya xwe de got, pêr bi şev 5 gund hatine rizgarkirin û gelek çete hatine kuştin. Di şerê li Kobanê de 2 şervanên Burkan El-Firatê jiyana xwe ji dest da.
YPG’ê diyar kir ku di şerê pêr evarê de ji bo bibîranîna ‘Şehîd Agirî û Şehîd Herdem’ hezên wan û bi tevlîbûna Hêzên Burkan El-Firat a ji pêkhateyên Arteşa Azad pêk tê li başûr rojhilate Kobanê, li hemberî hin gundên di bin dagirkeriya DAIŞ’ê de ne operasyonek pêk anîn.
YPG’ê di daxuyaniya xwe de ragihand ku di encama operasyonê de gundên Memed, Hemdûn, Xirab Bergîr, Saqê û Girêk ji çeteyan hatine rizgarkirin û bi qasî hatiye zelalkirin 6 endamên çeteyan hatinê kuştin.
YPG’ê diyar kir ku di wê operasyonê de hezên wan tevî 2 termên çeteyan dest danîn ser gelek cebilxane û amûrên leşkerî.
‘Bombe di nava çeteyan de teqiya’
Daxuyaniya YPG’ê wiha dewam kir: “Di çerê dijwar de gundê Hemdûn de 2 şervanên Burkan El-Firat a ku ji roja ewil a berxwedana Kobanê ve bi hêzên me re mil bi mil şer dikin, bi lehengî şer kirin û gihîştin şehadetê.”
YPG’ê di daxuyaniya xwe de ragihand ku pêr bi şev komên çeteyan li hemberî gundê Goktepe xwestin bi wesayîta bombebarkirî êrişê pek bînin lê li ser ferqkirina hezên wan wesayîta bombebarkirî di nava çeteyan de hatiye teqandin û di encama vê teqînê de 9 endamên çeteyan hatine kuştin.
‘Çete direvin’
Di daxuyaniyê de der barê şerê li herêma Cizîrê de jî wiha hate gotin:
“Pevçunên di navbera hêzên me û komên çeteyan de yên ku di 23’ê Sibatê li ser sînorên rojavayê Kantona Cizîrê destpê kiribûn, dewam dikin.”
YPG’ê di daxuyaniyê de anî ziman ku komên çeteyan pêr bi şev li hemberî gundikê Ennabiya Sudan êrîşek li dar xist. YPG’ê der barê vî şerî de jî wan agahî parve kir:
Bi bersivdayina hezên me şerê direj û dijwar qewimî. Di encama pevçûnan de êrîşên çeteyan hatin şikandin. Li vê qadê qasî hatiye zelalkirin 4 endamên çeteyan hatin kuştin û 5 çete jî hatin birîndarkirin.”
YPG’ê diyar kir ku çeteyên ku êrîşên wan hatin şikandin neçar man û reviyane gundê Derxamê.
‘15 çete hatin kuştin’
YPG’ê ragihand ku çeteyên reviyane gunde Derxamê li dijî wan balafirên girêdayî koalîsyonê êrîş li dar xist. Di encama vê êrişê jî 15 endamên çeteyan hatin kuştin.
YPG’ê bi wan agahiya dawî li daxuyaniya xwe anî: “Ku hêzên koalîsyonê heman şevê li gundê Lîlan a ku 6 km dikeve başûr rojavayê Menacir jî li hemberî komên çeteyan êrîşek li dar xist û di encama vê êrîşê de jî wesayîtek çeteyan a ku doçka li ser barkirî bû, tevî 3 çeteyên di nav de hate ruxandin.”
Ji YBŞ û YPJ-Şengal çalakî: Li Şengalê 4 çete hatin kuştin
Fermandariya Hêzen Parastina Gel (HPG) e Şengal bi daxuyaniyekê diyar kir ku hezê wan li hemberî çeteyên dixwastin bi mînîbuseke erîş bikin çalakî li dar xistin.
HPG’ê di daxuyaniya xwe de got: “Hezên me û hezên YBŞ’ê, çeteyên ku bi mînîbuseke 14’ê nîsanê dixwestin erîş bikin di ketina Şengalê de çalakiyeke hevpar pêk anîne.”
Di çalakiyê de Mînîbus hatiye rûxandin, 4 çete hatine kuştin û çeteyek birîndar bûye. 15’ê Nîsanê saet 01.30’î li derdora girê Alîsorgê jî li hemberî çeteyan hêzên HPG û YBŞê çalakiyeke sûîqestê pêk tînin û di encama vê çalakiyê de terorîstekî DAÎŞê tê kuştin.
NAVENDA NÛÇEYAN