
Tankên ku êrîş dikin li ser riya Hesekê bi cih dibin û ji wir bombeyan bi ser sivîlan de dibarînin. Her wiha ji 7 tangkn ku ketibûn bajêr de şervanên YPG'ê doh yek bi temamî hatibû ruxandin.
Li aliyê din hat diyar kirin ku komên çeteyan birîndarên xwe li Nexweşxaneya Serêkaniyê derman dike. Ji ber vê yekê nexweşxaneya Serêkaniyê ji sivîlan re hatiye girtin. Gelê Serêkaniyê li hemberî vê yekê nerazîbûn nîşan da. Komên çete tankên li nêzî qereqolên Tirkiyeyê bi cih kirin. Her wiha 27 leşkerên rejîma Sûriyeyê ku ev 9 roj in di bin dorpêça şervanên YPG’ê debûn teslîmî YPG’ê bûn.
Li bajarê Serêkaniyê ev sê roj in di navbera şervanên YPG’ê û komên çeteyan de şer rû dide. Hat diyarkirin ku di vî şerî heta niha gelek endamên komên çeteyê hatine kuştin û herî kêm 54 endamê komên çeteyan jî birîndar bûne. Kesên birîndandar anîn Tirkiyeyê û li Nexweşxaneya Dewletê ya Serêkaniyê tên dermankirin. Ji ber vê yekê nexweşxane ji sivîlan re hatiye girtin. Nexweşên ku li ber deriyê nexweşxaneyê hatin vegerandin nerazîbûn nîşanî vê yekê dan. Gelê Serêkaniyê ji rayedaran xwestin ku êdî birîndarên ku diçin bi Kurdan re şer dikin neynin bajarê wan û li vir derman nekin.
Di şerê ku ev 3 roj in di navbera şervanên YPG’ê û komên çete de qewimiye de heta niha herî kêm 70 endamên koma çete ji hêla şervanên YPG’ê ve hatine kuştin. Her wiha herî 54 kes î birîndar bûne. Di vî şerî de jî şervanekî YPG’ê bi qehremanî şer kiriye û şehîd ketiye.
Çavkaniyên herêmî ragihandin ku endamên koma çete 42 kesên sivîl revandine. Her wiha hat destnîşankirin ku endamên koma çete tankên xwe anîne ser sînor û li nêzî qereqolên leşkerên Tirkiyeyê bi cih kirin. Her wiha leşkerên Tirk bi tankêrên leşkerî mazotê ji tankên komên çete re dikşînin.
Her wiha 9 roj berê leşkerên rejîma Sûriyeyê xwestinbûn ji gundê Girzîro ya 25 kîlometre dirû rojhilatê Girkêlegê ye têkevin rojavayê Kurdistanê. Li ser vê hewldanê şervanên YPG’ê li pêşiya leşkeran çeper danîn û bi wan re ketin nava şer. Şervanên YPG’ê 9 rojan 200 leşker dorpêç kirin. Di encama berxwedana YPG’ê de ji bilî 27 leşkeran, leşkerên din hemû paşde vekişiyan. Herî dawî 27 leşker teslîmî şervanên YPG’ê bûn.
SERÊKANIYÊ
Li Hesekê navenda ciwanan
Li Hesekê Tevgera Ciwanên Şoreşger navenda xwe bi merasîmeke bi beşdariya sedan kesî vekir.
Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Endamê koordînasyona Tevgera Ciwanên Şoreşger Hemza Tolhildan axivî.Tolhildan komkujiya Parîsê şermezar kir û her wiha rola ciwanên şoreşger a li rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê anî ziman û diyar kir ku ciwanan rola sereke di şoreşan de girtiye. Tolhildan diyar kir ku gelek navendên ciwanan li bajarên rojavayê Kurdistanê hatin vekirin û di demên pêşde Tevgera Civaka Demokratîk(TEV-DEM) wê navendên perwerde û hişmendiya ciwanan vebikin.
Piştre Endama Koordînasyona Yekîtiya Star Welîda Bûtî axivî û wiha got:''Gelê rojavayê Kurdistanê di qonaxeke nazik re derbas dibe. Ji ber wê jî ji ciwana tê xwestin ku rola xwe ya netewî nîşan bidin û li hember hemû planên li dijî gelê Kurd rûdidin, xwe baş bi rêxistin bikin”'.
Piştre Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger Karker Remedan, Nalîn Mi'o û Ezîz Oso jî li ser rola ciwanan axivîn û soz dan ku ewê navendê bikin cihê rêxistinkirina ciwanên bajêr û bang li ciwanan kirin ku tevli xebatên ciwanan bibin.
Koma Tolhildan bi stranên xwe yê şoreşgerî merasîm bi dawî kirin.
HESEKÊ