
Çeteyên Fetih EL-Şam (Cebet El-Nusra) û Ehrar El-Şam ên piştgiriya xwe ji dewleta Tirk digirin êrîşî gundê Îska yê navçeya Şêrawa ya Efrînê kir. Hêzên YPG/YPJʹê demil dest destwer dan û bersiv dan êrîşê. Di şer de herî kêm du çete hatin kuştin û bi dehan çete jî hatin birîndarkirin.
Çeteyên Fetih EL-Şam û Ehrar EL-Şam ji bajarokê Darit Izê êrîşî gundê Îska kir. Şervanên YPG/YPJʹê jî bersiva êrîşê da û pê re şer qewimî.
Çeteyan di êrîşên xwe de çekên giran bi kar anîn, di encama bersivdayîna şervanan de şerî heta doh danê sibê dewam kir.
Di êrîşê de 10 hawanên çeteyan li gund û derdora gundî ketin. Di encamê de zirara madî li mal û milkê welatiyan bû. Li gorî çavkaniyên eskerî herî kêm du çete hatin kuştin û bi dehan ji wan jî hatin birîndarkirin. Çeteyên dîtir jî li meydana şer şikestin û reviyan. Topbarana çeteyan a herêmê, dema nûçe dihat amadekirin hîna jî didomiya.
EFRÎN