Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê da xuyakirin ku di nava 24 saetên dawî de 8 çeteyên DAIŞ`ê hatine kuştin, gelek baregeh û çekên çeteyan hatine rûxandin.

Navendê bi daxuyaniyeke nivîskî encamên çalakiyên hêzên xwe yên 24 saetên dawî eşkere kirin. QSD’ê ji bo Eniya el-Baxoz ev agahiyn li jêr dan:

“Şervanên me ber bi nuqte û baregehên terorîstan ve bi pêş ve çûn. Şerî çend saetan dewam kir. Gelek terorîst ji aliyê şervanên me ve hatin kuştin û birîndarkirin. Gelek çek û cebilxane ketin destê şervanan. Erebeyeke bombebarkirî hate teqandin. Şervanên hewldanên çeteyan ên êrişê têk birin.

Li eniya El-Baxozê car caran şerê demkî rû dide. Her wiha heta van kêliyan (doh nîvrojê) topbaranê dewam dikir.

Gelek cebilxane hat desteserkirin

Di encama derbên balafirên Koalîsyona Navdewletî de gelek çete hatin kuştin.

Her wiha tîmên taybet ên girêdayî me yên rakirina mayînan gelek mayinên ku ji aliyê rêxistina terorîst ve hatibûn bicihkirin, hatin bêbandorkirin û hindek ji wan jî hatin teqandin.”

Ji bo Eniya Hecînê jî QSD´ê ev agahî dan: “Şervanên me bi pêş ve çûn. Piştî ku şervanan gelek mayînên rêxistina terorîst bê bandor kirin, gelek baregehên çeteyan rûxandin. Di nav de kembereke teqemeniyan jî gelek çek û cebilxane ketin destê şervanan.

Li wê eniyê şerê demkî diqewime û heta van kêliyan (doh nîvrojê) didome.”

QSD´ê da zanîn ku di encama şer de 8 terorîst hatin kuştin, 24 baregehên terorîstan hatin rûxandin, 3 topavêj hatin teqandin, 3 rêyên eskerî yên çeteyan hatin qutkirin. Dozerek û erebeyek hatin teqandin. Şervanan  18 topavêj, erebeyeke bombebarkirî, kembereke teqemeniyan desteser kir û gelek mayîn hatin bêbandorkirin. QSD´ê wekî din da zanîn ku Balafirên Koalîsyona Navdewletî 35 derb li çeteyan xistine.

 

DÊRAZOR