Ji sala 2002´an ve peyva dewleta AKP zêdetir tê bihîstin, ji ber ku her tişt ket destê wî, serok komarî, piranîya perleman û hemû hikûmet û bi operasyonên dawî êdî reqîbên xwe a di nava sistemê de tesfiye kirine. Tekane hêzeke ku AKP firên bike û di hedê xwe de bide sekinandin û projeya xwe cûda ji bo demokratîk kirin û çareserî heye, Kurd û hen hêzên demokratîk in. Bi pêvajoya ku Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan di newroza sala 2013´an de destpêkir ti behaneyeke di destê AKP de nema ku gavên çareserî neavêje. Tevî ku heya niha di qada serbazî de şereke germ a li Bakurê Kurdistanê neqewimî be jî lê ti gavek jî nîne ku mirov xweşbîn bike, qereqolên serbazî li Kurdistanê hîn jî tên avakirin, projeyên HES hîn jî li ser xwezaya Kurdistanê gefeke cidî ne û zindaniyan bi taybet yên nexweş nayên serbest berdan û bi helwestên dawî li ser zimanê Kurdî û girtina dibistanên zimanê tê famkirin AKP çawa nêzî çareserî dibe. Herkes bi taybet alî kurdan pirs dikin niyeta AKP çî ye? gelo careke din xepandin e?.  Bi bûyerên piştî Misûl, Şengal û a dawî li Kobanê hemû niyeta AKP tevî ku ji bo tevgera azadiya Gelê Kurd ne nû ye, lê yek bi yek derdikevin holê. Şer ne di qada Bakur de lê di qadên din a Rojava û Başurê Kurdistanê de bi hemû hêzên xwe berdewam dike, dewleta Tirk bi serkêşiya AKP şerê xwe li hemberî gelê Kurd nedaye sekinandin, vê carê Şerê xwe bi çeteyên DAÎŞ´ê dike. Meseleya rehîneyên Tirk li konsolosa Tirkiye le Musil hemû tiştên pişt perde derxist holê û rastîyan aşkere kir.  Dema bazarîya Siyasî û diplomasî weke serok komarê Tirk Erdogan bi xwe jî dibêjê bi DAÎŞê dihat kirin ji bo serbest berdana qaşo rehîneyan, gelo li ser çi lihev hatin û ev seat û nîvêk a Erdogan û Obama bi hev re rûnîştin çi hat niqaşkirin û li ser çi lihevkirin, hîn encamên van bazarî û civînan nektibû rojeva çapemenî çateyên DAÎŞê bi hemû hêza xwe ya berber ji 3 alî êrişî Kobanê kirin. Kobanê ji bo Kurdan tê çi wataya? pir li ser hatîye nivîsandin û gotin lê vê carê armanc û neyet zelale avakirina herêmeke tampon e, ev herêma tampon jî dixwazim bi destên çeteyên DAÎŞê û bi êrişên ser Kobanê pêkbînin û armanc jî carêkî din parçe kirina Kurdistanê ye kû di 2 salên dawî da ji bo Kurdan êdî sinor di filî de bê wata bûne . Dema Kobanê bikeve bin talukeya dagîrkarîyeke mîna Şengal, wê ev taluke ji bo Kantonên din jî heye û armanc jî têkbirina modêla nû a li Rojavaye û bi sinorkirina û bê bandorkirina wî ye . Lewma neketine Tirkiye nava koealîsyona navnetewî li hemberê DAÎŞê  û hem bê dengîya hêzên navnetewî li hemberê Ankara tê famkirin, vê carê dixwazin li şexsê Kobanê da Rojava, di şexsê Rojava de Kurdistan biken qurban, dema 20 km DAÎŞ nêzî Hewlerê bû, Obama got “ emê mudaxele biken û îzin naden DAÎŞ li ser berjwendîyan me bibin taluke” lê 8 rojin kû Kobanê di bin êrşeke hovane da ye, deng ji hêzên navnetewî dernakevin. Niha AKP bi çeteyên DAÎŞê şerê hemû Kurdan dike lê hen Kurd hîn jî di rastîya vê şerê û nexşeya AKP famnekirine, derdikeve kû ne tenê dewleta Tirk alîkarîya lojistik, çek û hêsan kirina rêya derbazbûnê ji bo çeteyên DAÎŞê dike lê AKP bi xwe êdî vî şerê bi rêve dibe. AKP nikarî îrade Berêz Ocalan û Tevgera Azadîya Gelê Kurd  bişkînê, îro dixwazê vê armancê li Kobanê pêkbînê.  Niha li Kobanê şer û berxwedaneke mezin heye, YPG/YPJ û gel li ser navê hemû Kurdistanê li hember çeteyên AKP û dewleta Tirk berxwe dide. Ev berxwedan di eslê xwe da şer nîne li hemberê grupên çete a armanc wan avakirina xelafetê ye, xelafetê çîrokin ji bo motîvekirin û xepandina ciwanane, ev berxwedana Kurd û avakirina sistema xwe û rawestîne li hemberê hemû coreya pilan û nexşeya dixwazê carêkî din di dizayna Rojhilata navîn de Kurdan di rewşa herî qelis bihêle.  Berxwedana Kobanê ji bo serûbin kirina van nexşeyan kilîte, ji bo wê jî Kobanê tê wataya hemû Kurdistan. Ne daxûyanîya çapemenî û ne meş û mîting bi taybet li Kurdistanê êdî derdê Kurdan derman nake îro Kobanê berxwe dide û dibê ciwanên Kurd jî li Kobanê berxwe biden. Dema druşm avêtinê derbaz bûye dem dema berxwedan û şikandina hemû nexşe û pilanên çeteyên AKP ye .