Li gorî îdiayan di saetên êvarê de li taxa Petrol Kentê endamên HUDA-PAR’ê bi çekan êrîşî BDP’iyan kirin. Di encama êrîşê de bavê 2 zarokan Ozcan Temel (26) jiyana li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Her wiha welatiyên bi navê; Mert Kasar, Mehmet Aras, Mazlum Bîçen, Samet Kurt û 2 jinên ku navê wan nehat hînbûn birîndar bûn.
Hat ragihandin ku Mert Kasar rewşa wî giran e. Şahidê bûyerê Sedat Kaya diyar kir ku endamên HUDA-PAR’ê gule li ser wan reşandine û polîsan jî ew temaşe kirine.
Temelê ku duh cenazê wî şandibûn morga Nexweşxaneya Dewletê ya Amedê, piştî otopsiyê cenazeyê Temel duh şandin Êlihê. Cenazeyê Temel ji aliyê hezaran kesan ve li Êlihê hat pêşwazîkirn. Bi hezaran kesên li Tesîsên Bardakçilarê kom bûn bi dirûşmên “Şehid namirin” ceneza pêşwazî kirin. Karwanê cenaze, çû Goristana Bajar a Êlihê û li ser kolana Cizîrê ya taxa Yavuz Selîmê. Bi hezaran kes ji bo cenazeyê Temel defin bikin bi dirûşmên “Şehid namirin” li kolana Cizîrê rawestiyan. Cenazeyê Temel piştî nimêja nîvro li Goristana Taxa Petrol Kentê hat definkirin.
Şahidê bûyerê Sedat Kaya diyar kir ku 2 roj berê li taxa Petrolê, li ser navê BDP’ê xebatên hilbijartinê meşandine û rêvebirên HUDA-PAR’ê bertek nîşanî wan dane. Kaya destnîşan kir ku di saetên êvarê de endamên HUDA-PAR’ê bi çekên keleş êrîşî wan kirine û wiha got: “Rêvebir û xebatkarên HUDA-PAR’ê gef li hevalên me dixwarin û nedihiştin em bixebitin. Bêyî ku bibêjin jin û zarok gule li ser me reşandin. Di encama êrîşê de 4 hevalên me birîndar bû û hevalê me Ozcan Temel jiyana xwe ji dest da. Du jinên ku navê wan nehat hînbûn, birîndar bûn. Polîsan ew dîtin û mudaxaleyî wan nekirin. Dibêjin em partiya Xwedê ne. Li ser navê Xwedê dixebitin, lê bi çekan êrîşî me dikin. Dixwazin kolanan veguherînin salên 1990’î. Em li hember êrîşên wan bêdeng namînin. Em kurdên salên 1990’î nîn in.”
Walîtiya Êlihê têkildarî bûyera pêr de ku Ozcan Temel jiyana xwe ji dest da û 6 kes birîndar bûn de daxuyaniyek nivîskî weşand. Walîtiyê di daxuyaniyê de diyar kir ku wan der barê bûyerê de 6 kes binçavkirine û lêkolîna têkildarî bûyerê de didome.
DÎHA/ÊLIH