Ev çend roj ev koma çete li taxê dizaya Kurdan dikir. Dikandarên ku dikanên wan hatin dizîn serî li asayişê dan. Asayişê jî dest bi nobedariya taxê kir û 6 kesên dixwestin hinek dikan bişelînin, xistin binçavan. Endamê asayişê Mihemed Horîk diyar kir ku wan 6 kes girtine û piştî lêpirsînê derketiyê holê ku koma çekdar ji 16 kesan pêk tê û wiha axivî: "Me bi bihayê 1,5 milyon lire malên ku ji şêniyên taxê dizîbûn li ba wan dît." Horîk ji şêniyên taxê xwest ku bi wan re alîkarbin da ku hemû komên çekdar ji alî wan ve werin girtin. Horîk destnîşankir ku xwediyên dikanên taxa Şiqêf serî li wan dane û ji wan xwestine ku dikanên wan biparêzin.
ANF/HELEB