Rojnamevan Ferhad Şamî, bûyerên li ser xeta Heleb û Idlibê di navbera rejîmê û El Nusra de diqewimin şirove kir. Şamî anî ziman ku heta niha 8 nuqteyên çavdêriyê yên Tirkiyeyê ketine bin dorpêça hêza rejîm û Rûsyayê û çeteyên ji şer direvin, malbatên xwe ji Idlibê dibin li Efrînê bi cih dikin.

Rejîm bi piştgiriya eskerên Îranê û balafirên Rûsya ber bi rêya M5 û M4 ve pêş de diçe. Şeva din hêzên rejîmê 2 nokteyên din ên çavdêriyê yên Tirkiye jî xist dorpêçê û heta niha ji 12 nuqteyên çavdêriyê 8 nuqte xistin dorpêçê. Wekî din, navendên mîna Hanedan, Herêtan, Beyanûn, Keverhemra ku wekî wargehên sembol yên “Birayên Misilman” tên zanîn ji aliye rejîmê ve hatin zevtkirin. Ev dikevin rojavayên Helebê û bi temamî ji komên çekdar hat rizgarkirin. Heleb cara yekem piştî 9 salan der û dorê wê ji komên çete hat paqijkirin. Çeteyên El-Nusra û komên dîtir xwe vekişandin. Xeta sînorê Efrînê niha bi temamî hatiye pqijkirin. Ev herêm 9 salin di deste El-Nusra û çedeyên dîtir de bûn. Pêr ji nişka ve hatin şikandin û xwe vekişandin.”

Şamî anî ziman ku di paqijkirina komên çete yên Wekî El Nusra û dîtir yên ji Bakur, Başur û Rojavayê Helebê de rola Rûsya gelek bû û nêzî 30 balafirên şer li wan xist û wiha got: “Seranserî sînorê Helebê bombebaran kir. Bi taybetî piştî helîkoptera Rejîmê hat xistin, Rûsya balafir rakirin. Bi pêşketinên pêr rêya navbera Heleb û Şamê ya M5 hat vekirin.

Li ser Efrînê bazar hene

Şamî, bibîr xist ku nifûsa Idlibê ne li gorî Tirkiye digot û wiha axivî: “Tirkiye digot nêzî 5 milyon nifûs heye. Lê ne wisa ye. Li dora 1.5 milyon (Milyon û Nîv) kes heye.  Nêzî 150-200 hezar kesên ji malbatên çeteyan pêk tên çûne Efrînê. Çete bi taybetî malbatên xwe li Efrînê bi cih dikin. Heta malbatên berê ji Şamê çûbûn li Efrînê bicih bûbûn jî ji Efrînê derdixin û malbatên xwe li Efrînê bi cih dikin. Piranî li Efrînê û beşekî jî li Ezaz û Babê bi cih dikin. Lê xeta mezin li xeta sînorê Tirkiye bicih dikin…

Der barê Efrînê de hin tişt zelal nînin. Di gelek milan de Rûsya û Rejîmê xwe gîhand Efrînê. Niqaşên ji bo wir didomin. Bazarek hebû ku Efrînê bidin Rûsan û Kobanê li şuna wê bigirin. Lê ev bazara veşartî ji aliyê gelek derdoran ve nehat qebûlkirin. Beşeke mezin a El Nusrayî derbasî Efrînê bûye û armanca wê ew e, li wir bi cih bibe.”

 

 NAVENDA NÛÇEYAN