Êzîdiyên Kampa Newrozê doh  ji bo piştgiriya gelê Xanesorê bikin, berê xwe dan Şengalê. Girseya dixwest di korîdora Rojava-Şengalê re derbasî herêma Xanesorê bibe, ji aliyê çekdarên PDK´ê û çeteyên wê ve hat astengkirin û paşê jî gulebarankirin.

Gelê Kampa Newrozê ya li bajarê Dêrikê, serê sibehê, bi armanca piştgiriya gelê Xanesorê bike, ber bi Şengalê ve da rê. Girseya ku bi karwanekî ji dehan tirimpêlan pêk tê, da rê, di ser gundê Sêgira a herêma Koçeratan re berê xwe da Şengalê. Lê girseya gel dema hat gundê Neîm ê girêdayî bajarokê Rebîa, ji aliyê çekdarên PDK´ê û çeteyên wê yên li ser sînor ve hat rawestandin.

Dema girseya ji Kampa Newrozê xwest derbas bibe, çekdaran gule lê reşandin. Welatiyên ku niha li ser sînor radiwestin ragihandin ku çekdarên PDK`ê bi hezaran gule di ser wan re barandine. Çekdarên PDK`ê her wiha bi ava şid jî êrîşî gel kir û tang û çekên giran li ser sînor bi cîh kirine. Dîmenên derketî holê jî bi tena serê xwe di ziman bûn û li şûna sed gotinî peyivîn.

Lê belê gel li hemberî êrîşan berxwedana xwe didomîne. Sekna gel a li ser sînor û alozî heta amadekirina nûçeya me dewam dikir. 



 TIL KOÇER