Li gundên Helebê şerê giran di navbera çeteyên Tirkiyeyê de dewam dike, heta şer belavî gundewarên navçeya Efrînê Cindirêsê jî bû. Her wiha li herêmên bêçekkirî jî binpêkirinên peymanê rû didin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) diyar kir ku li aliyê gundên Helebê şerê giran di navbera çeteyên Nûredîn El-Zinkî yên girêdayî Cebhe El-Wetaniyê li aliyekî û çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam li aliyê din, dewam dike. Şer li Kefirnaha û Qibtan El-Cebil û Foca 111 û Cemiya El-Rehal rû dide.
Piştî ku Tehrîr El-Şam çend seatan Cemiya El-Rehal kontrol kir, çeteyên Nûredîn El-Zinkî careke din ew bajar vegerand.
Çavkaniyên herêmî teqez kir ku çeteyên Cebhe El-Wetaniyê hemû cihên ku ji dest wan çûn ên li gundên Idlibê vegerandine, çeteyan Meydan Xezal, Şehirnaz, Dîronê, Şîr Mixer, Mezra El-Casim, Ceb Silêman, Şolîn, Erînebê, Kersa û Feqî li aliyê başûrê gundên Idlibê û Ceb Şehşbo vegerandine.
Hêzên rejîmê jî li wan da
Çavkaniyan diyar kir ku çeteyên Cebhe El-Wetaniyê ne tenê ew cih kontrol kirin, her wiha Mera El-Sîn, Neqîr û Xedqê ji çeteyên Tehrîr El-Şam standin û şer di navbera her du aliyan de çêbûye.
SOHR´ê wekî din diyar kir ku di herêmên bêçek û herêmên agirbesta Rûsya-Tirkiyê de binpêkirin ji nû ve pêk hatin, her wiha hêzên rêjîmê pêr êvarê li aliyê El-Letmaniyê, Zeka û Hesriya gundên bakurê Hemayê bombebaran kirine.
Dagirkeran ji dagirkeran stand
Çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam piştî şerê di navbera wan û komên çeteyên dewleta Tirk a dagirker de, gundê Qîle yê navçeya Cindirêsê xist bin dagirkeriya xwe.
Li gorî çavkaniyan çeteyên Cebhet El-Nusra gundê Qîle piştî şerê çend saetan ji bin dagirkeriya çeteyên Nûredîn El-Zinkî derxist û bi xwe dagir kir.
Pêr bi şev li bajarokê Etme, gundê Selwa û Qîle yên di navbera parêzgeha Idlib û Efrînê de, di navbera çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam û çeteyên Nûredîn El-Zinkî de şerê dijwar çêbû.
IDLIB