Komên çete yên ser bi koalisyona Sûriyeyê KSN ve, êriş birin ser çeperên YPG’ê û Ceyş El-Siwar (Artêşa Şoreşgeran) ên li bajarokên devera Şehbayê Til Rifat û Biradê. Di encama bersivdayînê de şer qewimî. Li aliyê din QSD´ê da zanîn ku çeteyan sîlehên kîmyewî jî bir kar anîne.

Hat ragihandin ku komên çete yên girêdayî KNS´ê ku ENKS’ê jî di nav de ye, saet qederê 09.55’an ji aliyê Şêx Îsa ve êriş birin ser çeperên YPG’ê û Ceyş El-Siwar ên li bajarokê Til Rifat û çepera Birad a li nêzî gundê Eyn Deqne.

 

Şerekî giran qewimî

Li ser êrîşa çeteyan şervanên YPG/YPJ’ê û Ceyş El-Siwar bersiv dan û şerekî dijwar qewimî. Ji ber ku şerî heta kêliya nûçe dihat amadekirin dewam dikir, der barê encaman de agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

Ew Komên ku êrişî çeperên YPG’ê û Ceyş El-Siwar dikin, bi navê xwe ev in: Feyleq El-Şam, Ehfad Selaheddîn, Sultan Murad, Ehrar El-Şam û Ceyş El-Sunne.


Maşîneke zirxê hat îmhakirin

Nûçegihanên ANHA’yê ji herêmê ragihandin ku di encama şer de derbên giran li çeteyan hatine xistin. Her wiha Tirimpêleke çeteyan a zirxî a cûreya BMB hat îmhakirin.

Komên çete pêr jî ji aliyê Ezazê ve êriş biribûn ser nuqteyên YPG/YPJ’ê û Ceyş El-Siwar ên li herêma Vîlata Qazî ya 3.5 kîlometoryan li başûrê Ezazê û rojhilatê Efrînê. Çeteya bi çekên giran ên weke topên hawan û dojehê ev êrişa xwe pêk anî.

Li aliyê din Navenda Çapemeniya QSD’ê jî derbarê van êrişên pêr de daxuyaniyek da û got, çeteyên DAIŞ’ê topên hawanê yên bi gazên kîmyewî avêtine çeperên wan ên li Şeddê. Van sîlehên kîmyewî tesîr kiriye li15 şervanên wan. Li gorî agahiyên ku ji navenda çapemeniya QSD’ê hatine wergirtin, 26’ê Nîsanê çeteyên DAIŞ’ê topên hawanê yên kîmyevî avêtine çeperên hêzên wan yên li nêzî gundê Taaqa yê giredayî Şedadê. QSD’ê da zanîn ku di encama vê êrişê de, tesîra gaza jehrî li15 endamên wan bûye lê belê rewşa endamên wan niha baş e. 


 EFRÎN