Şervanên YPG/YPJ’ê bersiva êrîşa çeteyên dewleta Tirk a li dijî Efrînê da. Di encama berxwedan û bersivê de, çete neçar man ku birevin.

Çeteyên Koalîsyona Sûriyê pêr bi şev saet 19.30`an êrîşî gundên Merenaz û Fîlat Qadî yên ser bi navçeya Şera ya Efrînê kir. Artêşa Tirk ji bi avêtina topan alîkarî da çeteyên xwe.

Êrîşa çeteyan rastî berxwedan û bersiveke hişk a şervanên YPG û YPJ`ê hat.

Şerê ku 5 seatan bê navber dewam kir, derbên giran li çeteyan hatin xistin û çete neçar man ku birevin.

Têkildarê mijarê, berpirsên YPG’ê diyar kirin ku wan wesayîta zirxî ya çeteyan îhma kiriye û gelek çete hatine kuştin. Lê belê hûrgiliyên şikestina çeteyên dewleta Tirk nehatin zanîn. 


 EFRÎN