Kobanê bû rê û rêgeha mirovahiyê. Mirovahî bi heyranî bû destek ji vê berxwedanê re. Di serî de Bakurê Kurdistanê, gel li seranserê sînorê Kobanê piştgirî da. Yên qîma xwe bi vê neanîn hatin Kobanê, tevlî berxwedana destanî bûn, can û bedenê xwe kirin sîper ji bo Kobanê. Ew bedenên berxwedêran niha li şehîdgeha Kobanê bûne yek beden û hêviyan her zindî dikin.

Şehîdgeha Kobanê, piştî Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîmeha 2012’an ava bû. 

Şehîd Dîcle

Bi pêşniyariya Saziya Malbatên Şehîdan navê Şehîd Dîcle li şehîdgehê hat kirin. Dîcle jî mîna bi hezaran jin û mêrên Kurd, jineke ciwan a Kobanê bû. Bi dildariya têkoşîna azadiyê tevlî nava refên PKK’ê bû. Dîcle ji gundê Koralî ya Kobanê bû û yekemîn jina gerîlaya bû ku ji Rojavayê Kurdistanê di nava refên ARGK’ê şehîd ketibû.

Dîcle di sala 1989’an de li çiyayên Bakurê Kurdistanê di şerekî de jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê wê hê li axa lê ji dayik bûye nehatiye veşartin.

Baasê rê nedida

Şehîdgeha ku di sala 2012’an de ava bû, niha zêdeyî hezar şervanî di hembêza xwe de radizîne. Cara pêşî li Şehîdgehê 4 cenaze hatibûn veşartin. Yek jê yê gerîla Dunya ya li Bakurê Kurdistanê jiyana xwe ji dest da, 3 jî cenazeyên endamê asayîşê bûn.

Di sala destpêkê de rejîma Baasê cenaze rakir, lê gel di biryara xwe de israr kir. Di sala 2012’an de jî piştî ku gel dest bi rêvebirina xwe bi xwe kir, li Şehîdgeha Şehîd Dîcle êdî cenazeyên gerîla û şervanên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dan, hatin veşartin.

Li gelek cihan şehîdgeh avakirin

Di dema berxwedana Kobanê de sê şehîdgeh li nêzî çeperan hatin avakirin. Serokê Saziya Malbatên Şehîdan a Kobanê Arîf Balî qala vê pêvajoyê kir: “Li Kobanê di destpêkê de cenazeyên gerîlayên li çiyayên Bakurê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dan, hebûn. Ew li goristana Kobanê ya giştî veşartibûn. Li gundan jî şehîd hebûn. Piştî şoreşa 2012’an, biryar hat dayîn li kantonan, şehîd li şehîdgehekê bên veşartin.

Di şerê 2013’an dest pê kir de şehîdê pêşî hevalê Mahmûd bû. Hevalê Dilovan hebû, yên di destpêkê de hatin veşartin ew bûn. Piştre ji ber ku gelek şêhîdên me çêbûn qad berfireh bû.

Dema êrîşên çeteyên DAIŞ’ê dest pê kir, şehîdê dawî yê me li şehîdgehê veşart, şervanekî Ereb bû. DAIŞ bi guleyan bi ser me ve dihat.

DAIŞ’ê êrîşî şehîdgeha dikir

Piştre şehîd li aliyê deriyê sînor ê Murşîtpinarê hatin veşartin. Dema em neçar man Şehîdgeha Şehîd Dîcle berdin, hingî me ji YPG, YPJ û Asayîşê 200 şehîd veşartibûn.

Di dema şerê bajaran de, di Cotmeha 2014’an de li nava bajêr şehîdgeh hatin çêkirin. Li Şehîdgeha destpêkê tevî Omer Qamişlo 19 şervan hatin veşartin. Li nêzî deriyê sînor bû. Di dema şer de 3 Şehîdgeh bi vî rengî çêbûn. Carna me kevir ji nava erdan, carna jî li ber deriyê malan danîn.

Dema DAIŞ bi Şehîdgehekê dihesiya, yekser top davêt wê derê. Me jî dest ji wir berdida û em diçûn cihekî din. Li her sê şehîdgehên di dema şerê bajêr de hatin çêkirin, me cenazeyên 250 şervanan veşartin.

Tevî cil û bergan dispêrin axê

Dema deriyê sînor vekirîbû, me şehîd bi giranî derbasî Bakurê Kurdistanê dikirin û malbatan jî ji wir digirtin. Ji bo şehîdên ji Kobanê jî li Pirsûsê şehîdgehek hate avakirin.

Di destpêkê de me şehîd dişuşt, kincên wan jê dikir, tevî kincên nû cenaze li naylon dipêçand û bi vî rengî dispart axê. Bi vî rengî, dema di rojên pêş de malbatan bixwesta, me dikarîbû cenaze derxista û bida. Piştre me êdî şehîd bi kincên wan sipartin axê. Bêguman me birînên wan û xwîna wan paqij dikir.

Ji çar parçeyan şehîd

Piştî ku berxwedana Kobanê bi ser ket, di Newroza 2015’an de me biryar da ku cenazeyan rakin Şehîdgeha Şehîd Dîcle. Di 4’ê Nîsanê de me dest bi birina cenazeyan kirin. Li gelemperiya Rojava 14 Şehîdgeh, li Kobanê jî di rewşa heyî de 3 Şehîdgeh hene.

Li Şehîdgeha Dîcleyê niha bi giştî 1025 şehîd hene. 777 ji van şehîdan ji Rojava, 167 ji Bakurê Kurdistanê, 20 ji Rojhilatê Kurdistanê û 5 jî ji Başûrê Kurdistanê ne. Her wiha 56 şervanên Ereb û cenazeyê şervanekî MLKP’ê lê ne.

Ji van şehîdan 756 jê şervanên YPG’ê, 138 jê şervanên YPJ’ê, 13 jê gerîlayên HPG’ê, 28 jê welatparêz û 56 jî şervanên QSD’ê ne. Ev yek jî nîşan dide, ku Şehîdgeha Kobanê cewhera gelê Kurd, cewhera gelên Rojhilata Navîn e.”


SÎNAN DENÎZ / KOBANÊ /ANF