Ev 6 sal in ji bilî zêdebûna hejmara kuştiyan li Sûriyê tiştek nabe û li Sûrî roj bi roj rêjeya deverên wêrankirî jî zêde dibe û pê re ew welatiyên ku hêviya wan a azadiyê hebû rojê sed carî lenetê li vê rewşa kambax tînin û xweziya xwe bi rojên berê tînin.
Li kêleka vê rewşê, qaşo ji bo çareserkirina aloziya Sûrî hewildan hene û ji wan sê civînên Cenevre yên beriya niha jî bi qasî serê derziyê çareserî ji vê aloziyê re nehat dîtin. Sedema wê jî ew bû ku nûnerên rasteqîn ên şoreşa gelê Sûrî li wir ne amade bûn, lê belê hejmarek ji dizên şoreşê yên ku bi saya xwîna gelê Sûrî li balefirê siwar bûn û li welatên Ewrûpa ji xwe re geriyan û ti projeya çareseriyê di tûrik û mejiyê wan de nebû, vê yekê jî bi xwe re alozî mezintir kir.
Herî dawî û piştî ku Cenevreyê tiştek bi ser nexist, behsa civîna li paytexa Kazaxistanê Astana tê kirin ku ew jî di çarçoveya çareseriya aloziya Sûriyê de tê lidarxistin, lê diyar e ku wê Astana jî ne dûrî Cenevrê bê, ku di asta yekê de gelek komên çete hatine vexwendin ên ku ew bi xwe bûn sedema dirêjbûna vê aloziyê û xwestin bi hukmê xwe yê radîkal gelê Sûrî bi sedê salan bi paş ve vegerînin û îro dê li Astana rûnên û bi nave gelê Sûrî biaxivin.
Dema mirov li erdnîgariya Sûrî îro temaşe bike, rêjeyeke mezin jê di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) de ye, ku di nava xwe de gelek hêz û tugayên Kurd, Ereb, Asûrî, Suryanî û Turkmen dihewîne û îro nêzî 30 % ji xaka Sûrî di bin kontrola wan de ye. Lê ew ji bo vê civînê nehatine vexwendin tevî ku herêma rojavayê Kurdistanê /bakurê Sûriyê destpêkê ji rêjîma Baes û piştre ji çeteyên DAIŞ´ê hatiye rizgarkirin an bi wesfekî din ev hêz li dijî du neyarên gelê Sûrî bi ser ketiye. Nûnerên wê yê siyasî ew jî Meclîsa Sûriya Demokraîtk (MSD) ji bo çareserkirina aloziya Sûrî xwedî proje ye û berpirsên wê niha li Emerîkayê bi rayedarên wir re hevdîtinan pêk tînin. Dûrxistina nûnerê gelê Bakurê Sûriyê rastiya hêzên ku serpereştiya vê civînê dikin ango Rûsya, Tirkiye û Îranê dike rewşeke gumanbar.
Axaftin û şîrove li ser civîna Astana zêde û kêm dibin lê civîna ku di bin çavdêriya Tirkiyeyê de ya ku îro xaka Sûriyê dagir dike û bi rojan e li dijî gelê wê komkujiyan pêk tîne, û komikên xwe yên çete li dora masê kom dike, ji bilî ne-encamê wê ti encameke din neyîne ango mirov dikare bibêje, Astana jî wê bibe cêwiya Cenevreyê.