Malbata gerîlayê HPG'ê Abdullah Ceylan (Firat Pirsûs) ku di şerê 5'ê mijdarê ya li herêma Girê Hirmê ya Cudî de şehîd ket ji bo cenazeyê kurê xwe wergirin ji Pirsûsa Rihayê çûn Meletiyê. Malbata gerîla ji bo wergirtina cenazeyê zarokê xwe serî li dozgeriyê da. Piştî destûrê malbatê cenazeyê gerîla Ceylan ji morga Saziya Tipa Edlî wergirtin û birin Pirsûsê. Cenazeyê gerîla di saetên êvarî de gihîşt Pirsûsê.  Li Pirsûsê bi karwanekî mezin cenazeyê gerîla birin gundê Şamanê. Girseyê cenazeyê gerîla bi ala PKK’ê xemilandin danîn ser milê xwe û heta goristanê hildana posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ala HPG’ê û wêneyê gerîla Ceylan û bi dirûşmên wekî "Bijî Serok Apo", "Şehîd namirin", "PKK gel e, gel li vir e" û "Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok" meşiyan. Cenazeyê gerîla di bin baranê de bi berzkirina dirûşman hat definkirin. Serokê BDP'a Pirsûsê Mehmet Kayhan, li ser gorê axaftin kir û ji malbatê û gelê Kurd sersaxî xwest.


Li Amûdê merasîm

Saziya Malbatên Şehîdan ji li Navenda Çand û Huner a Hûrî, bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Gerîlayê Saziya Malbatên Şehîdan Mesûd Şêxmûs ji girseya gel re axivî. Şêxmûs di axaftina xwede diyar kir ku şehîd bi bijartina riya berxwedanê û fedekariya ku di dirêjiya berxwedana xwe de dan, hîmên bingeha azadiya gelê Kurd bi xwîna xwe damezirandin.
Her weha Şêxmûs destnîşan kir : “Gelê me ji berxwedan despêkê ku Heqî Karer, Kemal Pîr û Mazlûm Dogan ta berxwedana ku hevalê me Goran Dêrik li Serêkaniyê dan li himber komên çekdar da meşandin, gihiştiye asta rêxistinî ku îro heye.”
Piştre birayê Şehîd Rustem Cûdî Xelîl Osman ji girseyê re axivî û bal kişand ser berxwedana ku niha li Serêkaniyê tê meşandin, her wiha Osman diyar kir ku kesên ku jiyana xwe li Serêkaniyê ji dest dane, berdewamiya berxwedana van çar qehremanên ku îro tên bibîranîn.
Merasîm bi axaftina cîgira Serokê Meclisa Bajarê Amûdê Xalya Hecî Qasim dewam kir. Qasim di axaftina xwede diyar kir ku şoreşa îro li Rojavayê Kurdistanê berdewamiya berxwedana şehîda ye. Birayê şehîd Hewas jî helbestên li ser şehîdan û berxwedana Serxkaniyê ji girseyê re pêşkêş kir. Di dawiya merasîmê de belgeyên şehadeta he çar şehîdan teslîmî malbatan hate kirin.Şehîdên ku hatin bi bîranîn evin Cuma Mihaemed, Ehmed Derwîş, Ebdella Şoreş û Hewas Sedo. 

RIHA/AMÛDÊ