Egîtîm Sen, ji bo bîranîna Ceylan Onkol a 12 salî ku li Amedê ji aliyê eskeran ve hat qetilkirin û dê ji bo bîranîna Muhemed Veysel Atilgan ku di komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest da, wê pêşbaziya wêneyan li dar bixe. 

Şaxên Egîtîm Senê yên Amedê, wê di çarçoveya 20’ê Mijdarê Roja Mafên Zarokan a Cîhanê de hin çalakiyan li dar bixe. Di çarçoveya çalakiyan de li ser navê Ceylan Onkol a 12 salî ku sala 2009’an li Licêya Amedê bi topa hawanê hat qetilkirin pêşbaziya wêneyan hat destpêkirin. Di pêşbaziyê de du kategorî hene; yek jê kategoriya xwendekarên dibistana seretayî ya din jî kategoriya dibistana navîn e. Dema dawîn a serlêdanê 17’ê Mijdarê ye. 

Wêneyên bên şandin divê li ser kaxezên ebata wan 35*50 cm de bin, bi boyaxên pastel, boyaxên avî, boyaxa guajê, boyaxa zuha wekî din dikarin bên bi kar bînin. 

Encamên pêşbaziyê wê 20’ê Mijdarê Roja Mafên Zarokan a Cîhanê bên eşkere kirin. 

Egîtîm Sen wê di her kategoriyê de eşofman û pêlavên sporê diyarî 6 xwendekaran bike di encamê de. Kesê beşdar divê li pişta wêne nav, paşnav, sinifa xwe, hejmara telefonê, temen, hejmara mezinahiya pêlavê, nav-paşnav û hejmara telefonê ya mamosteyê xwe binivîse. 


Li Batmanê pêşbirka bi çavê zarokekî aştî

Şaxa Egitim Sen a Êlihê jî, wê bi navê “Bi çavê zarokekî aştî” ji bo bîranîna Muhammed Veysel Atilgan ê 9 salî ku 10’ê Cotmeha 2015’an di komkujiya Gara Enqereyê de jiyana xwe ji dest dayî, pêşbaziya wêneyan li dar bixe. Wê xwendekarên dibistana seretayî û navîn karibin beşdarî pêşbaziyê bibin. Hat diyarkirin ku wê xwendekar heta 20’ê Mijdarê karibin serî lê bidin. 

Xelata pereyî li 3 xwendekarên têkevin dereceya ewilîn bê belavkirin û encam wê 4’ê Kanûnê bên eşkere kirin. 


MA / AMED - BATMAN