Li gorî agahiyên ku rayedarên ceyranê dane, li bajarê Qamişlo divê rojê 120 megawat ceyran hebe, lê niha rojê 2-3 saet ceyran tê. Her wiha li bajarên din ên wekî Amûdê, Dirbêsiyê û Hesekê heman pirsgirêk tê jiyandin. Ev rewş di xebatên saziyên xizmetê, firinên nan, aş, bîrên avê û hwd. de dibe sedema zehmetiyan. Her wiha zarok, pîr û kal gelekî aciz dibin, dîsa nexweşî derdikevin holê.

Hate hînbûn ku sedema vê yekê koma çekdar a bi navê Cebhet El-Nusra ye. Rayedarên ceyranê diyar kirin ku ceyrana herêma Cizîrê ji navenda ceyranê ya li Bajarokê Mebrûka ya di navbera Hesekê û Reqayê de tê, lê navend ketiye destê El-Nusra. Heman çavkaniyan destnîşan kirin ku kesên bi navê Ebû Fehed û Ebû Ezam ên girêdayî El-Nusra rêveberiya navendê dikin û bi hinceta “gelê parêzgeha Hesekê kafirin” ceyrana herêmê qut dike.  Li bajarê Qamişlo ku bajarê herî mezin ê Rojava ye û pirsgirêka ceyranê zêde tê jiyandin, ji bo çareserkirina pirsgirêkê hewldanên din jî hene. Bi vê mebestê ji navenda Siwêdiyê ya li herêma Dêrikê ceyran hatiye anîn. Lê ew jî tenê 70 megawate û têrî pêdiviya bajar nake. 

QAMIŞLO