Piştî biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê (DMME) ya derbarê  berdana Hevserokê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş de daraza Tirk bi lez û bez ket nava tevgerê.

Daîreya Cezayê Duyemîn a Dadgeha Edliyeya Herêma Stenbolê cezayên Hevserokê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û parlamenterê berê yê HDP’ê Sirri Sureyya Onder qebûl kir. Bi vî awayî cezayê Demîrtaş û Onder diyar bû. Dadgehê bi sûcê ‘propagandaya rêxistina çekdarî ya terorê’ 4 sal û 8 meh cezayê girtîgehê da Demîrtaş û 3 sal û 6 meh ceza jî da Sirri Sureyya Onder. Li aliyê din 8. Dadgeha Cezayê Giran a Amedê roja 4’ê Çileyê ji sûcê “endametiya rêxistinê” 7 sal û 6 meh, li parlamenterê berê yê HDP’ê û endamê heyeta Îmraliyê Îdrîs Balûken birîbû.

   

Cezayê ku li Îdrîs Balûken hate birîn, ji aliyê 16. Daîreya Dadgeha Bilind ve hate pejirandin. Balkêş e ev biryar bi awakî lez û bez piştî biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê ye hat dayîn.

Ez gefên wê nas nakim

Selahattîn Demîrtaş li ser hesabê xwe yê Twîtterê nerazîbûn nîşanî vê biryarê da û got: “Ez ne cezayê daraza bi fermana îqtîdarê daye û ne jî gefên wê nas nakim. Hûn tenê bi fizîkî min û hevalên min di hundir de radigirin. Wekî din hûn her tiştî winda dikin. Du salên em di hundir de ne, em wekî HDP mezin dibin lê hûn biçûk dibin û belengaz dibin. Em ê li hemberî faşîzmê bitêkoşin û bi ser bikevin. Wê roj bê hemû dadgerên daxilî vî sûcî dibin hesab bidin. Hûn nikarin me teslîm bigirin. Hûn nikarin çok bi me bidin şikandin. Divê gelê me li dor partiya xwe bibe xelek û ji bo têkbirina faşîzmê bi biryardarî û baweriyî li ber xwe bide.”

 

NAVENDA NÛÇEYAN