Dadgeha Dewleta Tirk ceza li siyasetvanên Kurd ceza birrî ku di ‘Doza Sereke ya KCK-Wanê’ de dihat dadgehkirin.

Zextên qirrkirina siyasî yên rejîma AKP-MHP’ê didomin.

Dewleta Tir bi dadgeriya xwe li siyasetvanên ku di ‘Doza Sereke ya KCK-Wanê’ de dihatin dadgehkirin, cezayên zêde birrîn. Li Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê, Bekîr Kaya 8 sal û 9 meh, li kesên din jî ji 7 sal û 6 mehan heta 8 sal û 9 mehan ceza hat birrîn. Dadgehê biryara girtina hemû tohmetbarên serbest da.

Saziya Dadgehkirinê ji ber ku Kaya û 13 kesên ku bi hinceta ku çûne şînê, Newroz, Cejna Zimanê Kurdî, 8’ê Adarê û li wan deran axivîne, îdîa kiribû wan sûc kirine yan jî ew li dijî qanûnan tevgeriyane.

 

WAN