Li gorî rapora nûçeyan a Hirana, 2 Kurdên xelkê gunde Serdeştê yên bi navê Sîrwan Nijawî û Îbrahîm Îsapûr, ku d 14'ê pûşbera 1390'an de ji aliyê rejima Îranê ve hatin girtin û îsal ji aliyê dadgeha Şoreşa Mahabadê ve bi cezayê îdamê hatin mehkum kirin. 2 ciwanên Kurd bi îdîaya “Dijîtiya li dijî Xwedê” û bi rêya hevkariya partiyeke Kurdî ya li dijî rejima îslamê ya Îranê tev geriya ye hatin tawanbarkirin. Hate zanîn ku 2 Kurd ji Girtîgeha Mahabadê sewqî Girtîgeha Urmiyê kirin.
AMED