
Rêxistina Şopandina Mafê Mirov (HRW) îro raporek der barê rewşa gelê Şengalê û helwesta Herêma Kurdistanê ya li hemberî gelê Şengalê de weşand. Di raporê de tê gotin ku Hikûmeta Herêmê ya Kurdistanê pêwîstiyên jiyanî yên ji bo Şengalê sînordar dike. Her wiha tê gotin ku ev nêzîkatiya Herêma Kurdistanê zirar û ziyaneke mezin li gelê Êzîdî yê li Çiyayê Şengalê dike.
Cigirê rêveberiya HRW´yê yê Rojhilata Navîn, Lema Feqîh jî got: “Divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, alîkariyê bide gelê Şengalê da ku li cih û warên xwe vegerin.”
Rapor bi bîr dixe ku hîna 180 hezar Êzîdî di nava xaka Herêma Kurdistanê de penaber in û di wargehan de dimînin, pirr kêm ji wan vegeriyane warên xwe.
HRW´yê ji bo raporê bi 67 penaberan û niştecihên Şengalê re hevpeyvîn kiriye, û qismekî ji wan kesan daxwaza hatina pêwîstî û alîkariyan ji bo Şengalê kiriye. Wan kesan gotiye, alîkarî ji aliyê Asayişa Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatine astengkirin.
Astengirina pêwistiyan binpêkirina mafê rewa ye
HRW’ê di raporê de dibêje, mafê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye ku rêya çûnûhatinê ya Şengalê kontrol bike û wiha dewam dike: “Kontrolkirina çûnûhatina Şengalê mafê Herêma Kurdistanê ye, lê, astengkirina pêwîstiyên jiyanî û erzaq tê wateya binpêkirina mafên rewa yên mirovan.”
Hindek welatiyên Êzîdî yên vegeriyayî Şengalê, ji HRW’ê re gotine, ji ber ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêwîstiyên wan yên jiyanî asteng dike, ew zehf zehmetiyê dikişînin.
Cezayê pejirandinê
HRW dide zanîn ku rêxistinên dixwazin alîkariyê bidin Şengalê jî rû bi rûyî heman astengiyan tên. Di raporê de her wiha çûyîna Şengalê ya Mesûd Barzanî ya Gulanê jî nehatiye ji bîr kirin ku li gorî rapor dibêje; “Ji gelê Êzîdî xwestiye ku PKK´ê ji Şengalê derxin.” Li gorî raporê, hin Êzîdiyan jî gotiye, berpirsyarên Hikûmeta Herêmê ji wan re gotine, ‘Ev zehmetiyên hûn dikişînin cezayê wê ye ku hûn hebûna PKK’ê li Şengalê dipejirînin’.
PKK û YBŞ pêwîstiyan dabîn dikin
HRW´yê, îdîa kir ku yek ji Endamên Rêxistina Mafê Mirov ya Navxweyî ya Herêma Kurdistanê ji rêxistinên navdewletî xwestiye ku alîkarî û her wiha pêwîstiyên jiyanî ji bo Şengalê neşînin.
Di heman raporê de xelkê Şengalê gotiye, PKK-YBŞ pêwîstiyên wan yên jiyanî dabîn dikin û ji milê Rojava ve alîkarî ji bo wan tê şandin.
Di dawiya raporê de jî tê gotin, der barê astengiyên ji bo Şengalê çêdikin de ti berpirsiyarekî ji asayişa Hikûmeta Herêmê ya Suheyle bersiva HRW´yê, nedaye û bersiveke zelal der barê qedexeya li dijî Şengalê jî nedane.
NAVENDA NÛÇEYAN