Li Hozan Canê beriya niha 6 sal û 3 meh cezayê hepsê hatibû birrîn bi îdîaya propaganda ji rêxistinê re kiriye. Niha jî di doza bi îdîaya “heqareta li serokkomar” ê dewleta Tirk de salek û 5 meh cezayê din lê hat birrîn.

Hozan Canê par ji bo destekê bide xebatên hilbijartinê yên HDP´ê li Tirkiyeyê bû û di dema van xebatan de li Edîrneyê, polîsên dewleta Tirk ew girtibûn. Keça wê Gonul Ors ya beriya çendekê çûbû serdana wê jî kete ber zilma dewleta Tirk. Li wê jî doz hat vekirin, û ev doz jî bi îdîaya “heqareta li serokkomarê” Tirk e. Ors a ku xwest ji Tirkiyeyê derkeve pêşî hat destgîrkirin û piştre jî hat girtin.

Piştî cezayê nû yê hatî taloqkirin, parêzera Hozan Canê, Newroz Akalin daxuyaniyek da û got, ji ber karîkatureke ji hesabekî ne yê Hozan Canê ye, hatiye parvekirin, ev ceza lê hatiye birrîn.

 

EDÎRNE