Hevrêyê Che, Jean Ziegler destnîşan kir ku PKK tevgereke berxwedanê ya rewa ye û got, “Eger Che îro bijiya, wê bi PKK’ê re şer bikira.” 

Li gorî nûçeya Serkan Demîrel ji Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) re amade kirî, Alîkarê Serokê Desteya Şêwirmendiya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî û Raportorê Taybet ê Mafê Xwarinê yê Neteweyên Yekbûyî, Civaknas-Nivîskar Jean Ziegler, ku hevalekî nêz ê lîderê şoreşger ê Emerîka Latîn, Ernesto Che Guevera bû, got, “Dewleta Tirk li bajarên Bakurê Kurdistanê bi rengekî tirsnak sûcê li dijî mirovahiyê kir. Ev sûc di wê astê de ye ku wê Tirkiyeyê li Dadgeha Ceza ya Navneteweyî mehkeme bike.”

Jean Ziegler wekî din got, “Divê Konseya Ewlekariyê ya NY dosyaya li ser bûyerên li bajarên Bakurê Kurdistanê qewimîn binirxîne û ji bo bişîne ber destê Dadgeha Ceza ya Navneteweyî erê bike.”

Jean Ziegler bal kişand ser pêkanînên dewleta Tirk ên li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û destnîşan kir, ku divê teqez Ocalan azad bibe. 

Ziegler rejîma Erdogan weke rejîmeke faşîst û totalîter bi nav kir û xwest, mafên Kurdan ên nasname û xweseriyê bên qebûlkirin. 

Jean Ziegler rexne li siyaseta Elmanya ya qedexekirin û di lîsteya terorê de bicihkirina navê PKK´ê girtin û got, “PKK tevgereke rizgariya neteweyî û azadiyê ye. PKK tevgereke berxwedanê ya rewa ye ku li dijî faşîzm û tîraniyê şer dike. Mîna berxwedana Fransiyan a li dijî Naziyan. Bi awayekî vekirî dibêjim; PKK tevgereke rizgarî û azadiyê ye ku cihê şanazî û pesindayinê ye. Heqê wê ye ku her kes piştgiriyê bide wê. Heger Che îro bijiya wê di nava refên PKK’ê de şer bikira.” 


Jean Ziegler kî ye!

Jean Zîegler, 19’ê Nîsana 1934’an li bajarê Swîsreyê Bernê ji dayik bû. Civaknas, siyasetvan û nivîskar Jean Ziegler, jiyana xwe diyarî têkoşîna komunîst û şoreşê kiriye. Hevalekî nêz ê Ernesto Che Guevera bû. Di heman demê de her tim bû hedefa rejîmên kapîtalîst û kolonyalîst. Jean Ziegler ku di beşên hiqûq û civaknasiyê de doktora kir, li zanîngehên Cenevre û Sorbonne’ê demeke dirêj profesoriya civaknasiyê kir. Demekê ji Partiya Sosyalîst bû parlamenterê Parlamenta Federal a Swîsreyê. 


NAVENDA NÛÇEYAN