Dozgin Temo bi navê naskirî Çîçek Kobanê li dadgeha dewleta Tirk a Rihayê qaşo mehkemekirin û biryar dan bernedin. Çîçekê li Bakur û Rojhilatê Sûrî dîl hatibû girtin. Qaşo Artêşa Millî ya Sûrî ya ku ji çeteyên dewleta Tirk pêk tê, di operasyona dagirkeriyê ya Bakur û Rojhilatê Sûrî de li gundê Mişrefa ya Eyn Îsa ya Bakur û Rojhilatê Sûrî 21’ê Cotmeha 2019’an Dozgin Temo (Çîçek Kobanê) dîl girtibû.

Çîçek Kobanê li Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê ya 5’an derket pêşberî dadgehê.

Temo bi rêya wergêr bi Kurdî îfade da û diyar kir ku ew bi vîna xwe tevlî hêza herî rêxistinbûyî ya li Bakurê Sûrî bûye, wê çek bi kar neaniye û di nav xebatên alîkariya mirovî de cih girtiye.

Kîjan hêzê dîl girtiye ?

Parêzerê Temo, Hîdayet Enmek pirsî gelo kê muwekîla wî girtiye û got, “Di dosyeyê de ev tişt tune. Kîjan endamên OSO’yê muwekîla me girtiye, ne diyar e. Der barê birîndarbûna muwekîla me de tu agahî tune. OSO rayeya wê tuneye ku mirovan bigire. Ev awayê girtinê dûrî hiqûqê ye. Muwekîla me ji Reqayê ye. Divê were diyarkirin ku kê muwekîla me girtiye.”

Heyeta dadgehê ev daxwaz red kir û biryar da ku Çîçek Kobanê neyê berdan. Heyetê doz taloqî 28’ê Tîrmehê kir.

 

 NAVENDA NÛÇEYAN