Çeteyên Koalîsyona Sûriyeyê ku ENKS’ê jî endamek wê ye doh top barandin taxa Helebê Şexmeqsûd a ku pirranî şêniyên vê Kurd e, di encama topebaranê de 11 sîvîl jiyana xwe ji dest da û 38 kes jî birîndar bû. Pirranî mirî û birîndar jin û zarok in. Saziyên navneteweyî û raya giştî ya Ewrûpa li hemberî êrîşan bêdeng in.
Nûçegihanîn ANHA’yê ji taxê ragihandin ku topbarana dijî taxê bi awayeke dijwar bi saetan dewam kir. Birîndar ji bo dermankirinê birin navenda Heyva Sor a Kurd.
Her wiha hat zanîn ku di nav qurbaniyan de jinek dûcanî jî heye ku tevî cenînê xwe jiyana xwe ji dest daye.
Ambûlansên Heyva Sor nikarîbûn xwe bighînin gelek deverên taxê û birîndaran rakin.
Navên qûrbaniyan
Hat zanîn di nav qurbaniyan de 3 zarok û jinek heye û di nav birîndaran de jî 13 zarokên ku temenên wan di navbera 2-17 salî de, hene.
Navên hin qurbaniyan ku hatine zelalkirin wiha ne: Ehmed El-Hesen (12), Berai El-Hadî (15), Xedîca Şêxo (15), Hadî El-Heyder (25), Menar Hisên (25), Zekeriya (20), Şerîf Ehmed (40)
Ji bo Şêxmeqsud banga alîkariya lezgîn
Heyva Sor a Kurd banga lezgîn a rakirina dorpêçê û şandina alîkariyan kir.
Êrîşên komên çete yên girêdayî Koalîsyona Sûriyeyê ku di 16’ê Sibatê de destpê kiribûn û ambargoya ku ji Îlona 2015’an ve li ser Taxa Şêxmeqsûd heye, didomin.
Ji ber van êrîşan û dorpêçê pêdiviyên jiyanî yên wekî şekir, çay, savar, zeyt û derman nemane.
Li hemberî van êrîşan Heyva Sor a Kurd banga hestiyarû berbirsyariyê kir.
Rêveberê Heyva Sor a Kurd Elî Hewlêr diyar kir ku beriya dorpêça li ser taxê alîkarî ji wan re dihatin şandin, wan jî alîkariya 60 hezar kesan dikir û pêdiviya şîr a hezar û 200 zarokan bicîh di anî.
Elî Hewlêr anî ziman ku niha ji ber êrîşan ev alîkarî nayê kirin, lewma rewşa şêniyên taxê her ku diçe zehmetir dibe.
Elî Hewlêr da zanîn ku li hemberî vê rewşê rêxistinên alîkariyê bêdeng mane û bang li hemû sazî û dezgehên navnetewî kir ku bi awayekî lezgîn alîkariya taxê bikin.
ANHA/HELEB