Vîrûsa korona ev demek e, yek ji rojevên herî girîng ên cîhanê ye. Li welatên bindest ku bi salane şer, pevçûn û xizanî li wan heye bi hezaran mirov mirin, yên man jî di nava şert û mercên zehmet de li ber xwe didin. Ev deverên qalkirî gelek caran ketin nava lepên gelek nexweşî û şewban, niha jî li pêşberî vîrusa koronayê bêparastin in. Gelo ev rewşa niha ber bi ku ve diçe? Çi li benda mirovahiyê ye. Ango guman hene ku ev vîrus bi plan û armanc tê belavkirin. Eger em vê gumanê qebûl bikin, gelo plan û armanca belavkirina vê vîrusê çi ye? Mirov dikare gelek pirsan li vê mijarê zêde bike. Lê tişta ku yekser tê bîra mirov ew e ku mîna ev plan demdirêj û bi zanebûn hatiye amadekirin. Planeke modernîteya kapitalîst a li ser jiyana mirovan e. Jixwe bi salan e, tê gotin sîstema kapitalîst li ber hilweşînê ye. Ji bo xwe li serpiyan bihêle di nava lêgerînan de bû. Ji lewma ev pergal her roj bi lez vediguherî talanê. Li her deverê şer, kuştin û koçberî hebû. Xweza û ekolojî dihat wêrankirin. Cîhan vediguherî qadekê ku jiyan lê nebe. Ji ber vê yekê, her rojê em bi encamên cihê re rû bi rû man. Wer xuya dike ku vîrusa Koronayê jî yek ji van e.
Welatên cîhanê hemû di têkoşîna li dijî vîrusê de çareseriyê weke ‘li bendê bimîne bê ka wê çi bibe, yên sax bimînin jî yên me ne’ çareserî dîtiye. Bi ya min ev yek destpêka gurbûna Şerê Cihanê yê Sêyemîn e ku li dijî tevahî mirovahiyê hatî destpêkirin. Tişta ku bi şer kuştin û talanê nekarîn bi ser bixin, bi vîrusa korona dixwazin bi encam bikin. Lê ya balkêş ew e ku ev vîrus ji bo hin kategoriyan e, ango kesên temen mezin û yên nexweşên kronîk digire nava xwe. Yan jî dixwazin wisa bawer bikin.
Gelo pirsa ku kapîtalîzm dixwaze bi vê vîrusê nifûsa cîhanê dîzayn bike nayê bîra we jî. Bi ya min mebest ev e. Lê wer diyar e, li gorî hatî plankirin nameşe. Dibe ku wan ev felaketa mirovî afirandibe lê kontirol ji destê wan derketiye. Cara yekê ye ku hesabê malê û sûkê li hev dernakeve. Ji ber ku ev vîrus bi adresê nizane, kî dikeve ber, dadirqutîne. Jixwe Rêber Abdullah Ocalan jî sîstema kapîtalîzmê weke cenawir pênase kiribû. Bi rastî jî cenawir e. Bûye vîrûs û xwe berdaye nava hinavê mirovan.
Li seranserî cîhanê jiyan rewestiyaye. Aborî li ber têkçûnê ye. Têkiliyên civakî nemane. Ji niha ve pirsgirêk li daholê hewarê didin. Şideta nava malê, pirsgirêkên civakan xwe didin der. Ez qala pirsgirêkên aborî nakim ji xwe wê ji niha û pê ve mijara sereke be. Ew dewletên ku xwe kiribûn xwedayê serdemê li ku ne? Her roj derdikevin pêşberî xelkê û tirs û xofê belav dikin. Dibêjin ji mala xwe dernekevin. Baş e, serçavan bila dernekevin, lê paşê wê çi bibe? Ji bo vê çi plan û proje hene? Ev mirov wê çawa debara xwe bikin? Ji bo çareseriya pirsgirêkên civakî, aborî û siyasî li çi tê fikirîn?
A rast ev mesele ne xema wan e û ne mijara nîqaşên wan e jî. Kî çi dibêje bila bibêje dibe ku ev vîrusa koronayê meha Kanûnê li bajarê Vûhan ê Çînê derketibe holê, lê bingeha wê li labaratuwarên Emerîkayê hatiye amadekirin. Trump ê ku ji bo her tîştî gotineke wî hebû, gelo çima niha dengê wî gurr dernakeve? Ev jî diyar dike ku plan û hesabên wan hene. Lê divê mirovahî xwe li benda hesabê ti hêz û dewletan nehêle. Lazim e ku alternatîfa xwe bi xwe ava bike. Bêyî ku li benda tiştekî bimînin, mirov divê piştgiriya madî û manewî bidin hev.