Mehmet Uzun, di serê salên 70'an de dema M. Orucoglu, li Siwêregê (Siverek) têkoşîn dimeşand, tevlî tevgerê bû. Di sala êrîşa li Vartinîkê de, tevger windahiyên giran da. Wê salê, yek ji wan kesê ku hate girtin jî Mehmed Uzun bû. Gava qala salên xwe yên girtîgehê dikir, wiha digot: “Di qawîşê de qaçaxçiyekî kal hebû. Nivîseke kurdî li ser milê wî hebû, tirsa wî ew bû ku ewê ji ber vê nivîsê zilm û tadayê bibîne, lewma dixwest vê nivîsê ji ser milê xwe bibe. Min dît ku bi cilêtê çermê milê xwe kolaye û wê nivîsê jê biriye, milê wî di nava xwînê de mabû. Ev qaçaxçiyê ku ji bo nanê xwe bê tirs li çiya di nava mayinan de çûbû û hatibû, mixabin ji ber wê nivîsa kurdî ya li ser milê xwe ketibû nav tirseke mezin.
Di qawîşê de Mûsa Anter, di sohbetekî de bal kişand ser rewşa wî qaçaxçiyî û ji Mehmed Uzun re wiha got: “Tu halê me Kurdan dibînî? Kurdiya te baş e. Ji bo ku ev ziman bijî, bi kurdî binivîse."
Dibe ku çirûska wî agirê di dilê wî de Musa Anter pêxistibe… Ji ber vê yekê jî gava ku hat berdan, ket pêy şopa zimanê kurdî. Gava hat berdan guh da qêrîna kurdan û dest bi nivîsandina kurdî kir. Piştî zextên li ser wî û rojên dijwar ew jî neçar ma û ket nava karwanê penaberan. Swêd, weke ji gelek kesan re bû wargeh, bû wargeha wî jî. Civîn û sohbetên penaberan jî bûn sebep ku agirê hundirê wî gurtir bibe û wî xwe da nivîsandinê. Jiyana penaberiyê wisa kir ku, ji bilî nivîsandinê tu rêyeke din li pêşiya wî nema. Dema ku got "Ez ê romanek binivîsîm" derûdorên wî pê dikeniyan, tinazên xwe pê dikirin, heta meriv dikare bêje ku hatibû tecrîtkirin.
Ew êdî ji Mehmed Uzun, derbasî Dilo Mehmed Uzun bû. Yanî dilê însan... Ji bo evîna însan karê xwe bi lêz kir. Mehmed Uzun ew rojên zexmet ku pê re rû bi rû mabû, bi van gotinan anîbû anîbû zimên: “Di mala xwe de, ji şevê heta sibê rûdiniştim, difikirîm û tenayî dibûm. Min darên ku berf girtibûn û spî bûbûn mîna bûkanî xemilandîne temaşe dikir û mijûl dibûm. Ji bo ku wateya peyvekî fêr bibim, bi seatan dixebitîm. Carna min telefonî dostên xwe yên li Diyarbekirê dikir û ji wan fêr dibûm."
Di pirtûka wî ya yekemîn a bi navê "Tu" (Sen) de kurdiya wî bi ser neket. Ewên ku wî tecrîd kiribûn û bi tenê hiştibûn, alîkarî nedidan û tinazên xwe pê dikirin. Her çend ew di nava zehmetiyan de bû jî, paş de gav nediavêt. Mirovek xwedî îradeyek xurt bû. Ji Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran, Ehmedê Xanê hêz û hest digirt û di wêjeya kurdî ya klasîk de pencereyek vekir. Karê wî zehmet bû. Mîna bi derziyê bîr bikole, ji bo zimanê ku weke ku axa miriyan avêtibûn ser, bi wêrekî xebat dikir. Û jixwe pêdivî bi helwesteke wisa hebû. Heta wê demê xebatek wisa çênebûbû, loma jî karê wî zehmet bû. Biserneketin, belkî jî wê vî merivê narîn û mezbût bixista înziwayê.
Dilo Mehmed Uzun, li ser mijara yên weke xwe ango yên binketî, tekçûyî, penaber dest bi nivîsandinê kir. Dem cuda bû, lê belê keder û hest wekî hev bû… Her peyv, her hevoka ku nivîsand wî pêş xist. Ji romana kurdî re pêşengî kir. Paşê wisa bû ku ewên ku di destpêkê de wî biçûk didîtin û tinazên xwe pê dikirin, jê re çepikan didan.
Evîn, qêrîn, agir û surgûn
Yek ji Romana Mehmed Uzun a herî bi nav û deng, "Hawara Dîcle" ye. Di vê romana xwe hawara gelê jî tîne ziman.
Di "Hawara Dîcle" qêrîna Cizîra Botan vedibêje: Cizîra Botan di reveberiya Mir Bedîrxan de bûye warê vejîna kurdî. Li hemberî Birca Cizîrê, li cihê ku helbestvanê mezin Melayê Cizîrî perwerde bûbû, Feqiyê Teyranê ku weke dengbêjê gel tê naskirin jî perwerde bûbû. Tê gotin Ehmedê Xanê yê ku Destana Memê Alan û paşê jî bi navê Mem û Zîn berhemek mezin afirand jî li wir perwerde bûye. Li warê ronesansa Kurd di Medresa Sor de bi dehan xortên Kurd ji bo dîwan û edebiyata Kurd perwerde bûne û di wê medreseyê de jiyane. Li nêzîkî Medresa Sor, di Qesra Mîr Bedîrxan de, şevên mîhrîcanê bi awayekî şahî çêdibû. Dengbêjên ku dengê yekî ji yekî xweştir bi stran û kilaman reng didan mîhrîcanê. Bêrîvanên bi kirasên rengîn yên ku li pala çiyayên şîn bi dotina pez mijûl dibûn, zanaatkarên Ermen û gelê Asûrî û rengên cuda yên li deverê bi kelecaneke mezin li benda şevên dengbêjan bûn.
Yek ji wan hebû ku xizan û nenavdar bû, bi xwûşka xwe Gûlîzar re di axurekî de dijîya, şivantî dikir. Ew kes Biroyê Êzîdî, an Biroyê Kor ango Biroyê Dirêj bû. Biroyê Kor, hevalê Migoyê Ermen ê ku bavê wî alim bû û şêwirmendê Mîr Bedîrxan bû. Xizan û dewlemend li Cizîrê bi hevre dijiyan. Biro bê Migo, Migo bê Biro nedibû. Cizîr û çiyayên Botan bi dengê dengbêj Biro dihejiya. Alim Mam Seyfo, dengê Dengbêj Biro guhdar dikir. Mam Seyfo, Dengbêj Biro girt û çû dîwana dengbêjan a li qesra Mîr Bedîrxan. Her car weke cejnekê, weke mihrîcanekê bû… Jin bi kirasên rengîn û kofiyên xemilandî, mêr jî bi şal û şapik hatibûn. Dengbêjan dor bi dor stranên xwe digotin, piştre jî bi çavnebarî li dengê Biroyê Kor guhdar dikirin. Mîr Bedîrxan jî li dengê Biroyê bi şewat guhdar kir û got, "Wî mirovê poz dirêj û kor bibin Medresa Sor". Ev gotin, deriyê jiyaneke nû ji Biro re vekir. Debara Biroyê Kor dê baş bûba. Lê belê Biro li dûv daxwazekî cuda bû. Ji niha û şûnde karibû bi rehetî biçûya mala Mam Seyfo, karibû xwarina xweş bixwara û bi rehetî karibû xwûşka Migo bidîta. Ne evîndarê wê bû lê bila jî, ji bo Biro ev guhertinek girîng bû.
Guhertina herî mezin jî dikarîbû êdî pirtûkxaneya Mam Seyfo ya navdar bidîta. Dîroka Kurd, dîroka Ermeniya û gelek tiştên veşartî fêr bûna. Mam Seyfo, her tim dixwend û bi Mîr Bedîrxan re guftugoyên kûr dikir. Biro ket nava pirtûkan. Tiştên herî bala wî dikişand; Kurdistana Başûr bû. Li kêleka Çemê Dîcle´yê, warê wan ê din, erdnîgariya perçekirî hemû. Evder tim di hişê wî de bû, lê belê ewê çawa biçûya wir? Piştî nîqaşên kûr û dirêj, dengbêj Biro û hevalê wî Migo, ji Mam Seyfo re qala ew warê ku bêrî dike kirin. Di dawiya vê reyê de mirin û winda kirin jî hebû. Dîsa jî tiştekî Mam Seyfo ji wan her du xortan re bigota tunebû. Lê belê destûr da û ji wan re got, "Biçin û bibînin". Migo, Biro û kûçikê xwe yê bi navê Garzan, bi kelekê ji Çemê Dîclê´yê ketin rê. Ev rê tev nepenî bû. Migo û Biro vir de û wê de di nava Çemê Dîcleyê a har de berba bûn û ji mirinê filitîn. Kurdên ku ber bi agir û rojê perzin dikirin, di bin zilm û êrîşa Kurdên misilman de bûn. Kurdên Êzîdî bi hesreta zimanê agir û rojê dişewitîn, ji hêla Kurdên misilman ve dihatin çewisandin û ji wan re digotin, "Ji mirinan mirinê biecibînin". Li rewşa Kurdên li Bakurê Kurdistanê jî ne cuda bû.
Dilo Mehmed Uzun; pencereya xiyanetê, belavbûnê û şikestinê vekir û xwest rê nişanî Kurdan bide. Biro di gelek deran de deng veda, wekî Feqiyê Teyran xwe nişan da. Li her derê Botanê Kurd, rastî êrîşên Osmaniyan tên. Kurdên Êzîdî jî tên qirkirin. Biro li bilindahiya çiyayekî rastî Estera Êzîdî ango rastî Stêrka birîndar dibe. Tîne mala xwe û vedişêre, birîna wê derman dike û dibe evîndarê wê. Lê belê begên Kurdan di mala Biro de Esterê dibînin. Ev jina birîndar digrin didin tacirên xulaman. Dengbêjê ku nav û dengê wî li Kurdistanê belav bûyî; Dengbêj Biro jî davêjin zîndana Cizîrê ya navdar. Ji zîndankirina Biro ne Mîr Bedîrxan, ne xanima wî Rûşen Xanim û ne jî Êzdînşêr razî ye. Lê belê toreya Kurdan wisa emir dida. Ji hêlekê dengê Kurdan ji zindanê bilind dibe, lê belê evîna wî jî di destê tacirê xulaman da, di rêyên koçberiyê de ye.
Lêgerîna êvînê
Osmanî û Îraniyan li hev kirin û plana qirkirina tevgera Kurdan xistin dewre. Mîr Bedîrxan kete ferqa vê. Xelkê Baban, Soran, Behdînan, Colemêrg, Mîks, Bedlîs, Siwêreg, Mirê Şikakê û Mêrdîn, Nisêbîn, Serêkaniyê, Riha, Hatay, Çiyayê Kurda, Heleb, Amed, Dîlok, Meletî, Xarpût, Dêrsim û Wanê, begên Serhedê, seyît, şêx, axa û pêşiyên wan li qesra xwe kom kir û li ser rewşê civîn lidar xist. Lê belê agahiyek hat û gotin Osmaniyan û Êzdînşêr li Musilê bi awayekî dizî peyman mor kirine. Li gorî peymanê, Êzdînşêr wê bibe hikumdarê Cizira Botan.
Êzdînşerê dirêj, bedew, xwediyê soza xwe û xwarziyê Mîr Bedirxan ê heq, bi arteşa Osmaniyan re peyman danîbû û apê xwe firotibû. Dengbêj Biro ji zindanê azad bû û digot "hawar lo hawar" û sewta wî bilind dibû. Ewrên reş bû qedera Kurdan, girt ser ava Dîcle û tarî kir.
Mam Seyfo got, “Kurmê darê ne ji darê be, zewala darê nabe”, lê belê tiştekî karîbûya bikira nemabû. Bi lihevkirina Îranî û Osmaniyan, ew herdû dewlet bi xiyaneta xwarziyê Cizîra Botan, Kurd xistibûn bindest. Dor li birca Cizirê girtin. Dengê Asûrî, Ermenî û gelê din nedihat û di nava wahşetê de winda dibû. Êdî Cizîra Botan di nava xiyanetê û dewşirmê de bû. Li ser Birca Cizîrê mij bilind dibû û li hemberî topa têkoşêr westiya. Piştî şerê dijwar Mîr Bedîrxan bin ket û teslîm bû. Medresa Sor û Qesra Mîr Bedîrxan, Birca Belek jî reş dibû. Kaniya Sipî ku cihê keçên bûkanî bû, êdî bû cihê êsîran. Ew sal ji bo Kurdan salên reş bûn, ji bo Kurdan dema mirin û mayînê bû. Di wê demê de sewtek zelal û bişewat bû mevanê stranên Kurdan. Êzdînşêr bû mîr, Mîr Bedirxan jî bi bêbextî, bi binketî û xencerkirî, di bin esareta xwarziyê bêbext û Osmaniyan de, bi rûmeta şikestî birin surgûnê.
Destpêka rê, êş û qêrîn wekî mişextên cemidî...
Bi carekê kulîlk ji axa xwe qetiyabû û ewê edî li tu derê nebûya azad. Mîr Bedîrxan, Mam Seyfo û kesên bi wî re li keştiyê siwar kirin û şandin Girîtê. Gava keştî nezîkî Gîrîtê bû, Mam Seyfo û çar kesên bi wî re avêtin Derya Sipî û fetisandin.
Ku binketin carek dest pê bike, mina kêlên dûrîne li dû hevdû tê.
Mîr Bedîrxan û xanima xwe Rûşen Xanim li xaniyekî, Migo û Dengbêj Biro jî di xaniyekî biçûk de bi cîh kirin. Migo û Biro, di kirin û avakirinê de bihevre kar dikirin, lê belê dîsa jî dilê wan her tim bi hawara Dîcleyê re bû. Şûna axaftinê û şahiyê, bêdengî, xemgînî û xerîbî girtibû. Li ser xizaniyê surgûnî hatibû ser Migo. Bi guhdarîkirina sewta Biro, Migo bi rondikên çavên xwe qise dikir. Gava roj mîna topên agir çiyayên Girîtê germ dikir, Migo di nava cihê xwe de bûbû weke kevir.
Mam Seyfo û kurê wî Migo, di nava Derya Sipî de xeniqîn. Mîr Bedîrxan, dengbêj Biro û kesên li dora xwe li pey xwe hişt û li gorî qanûna nû a surgunê berê xwe dan Sûriyê û ketin rê. Êzîdî, Asûrî û Kurdên mişextî, niha li welatê xwe li perçê dinê Kurdistanê bûn.
Dilo Mehmed Uzun hestên gelê xwe anî ziman
Dilo Mehmed Uzun, hestên gelê xwe û yê xwe kir yek û ev bi awayekî dokumanterî anî ziman. Êş û qêrîna evînê kir mîna qêrîna azadiyê. Dîroka Kurdan ya wan salan bi êş bû, dijwar bû. Rastî qirkirin û surgûnê hatibûn. Welatê wan dagir kiribûn û di bin zilma dagirkeran de mabûn. Ev bûbû sedema hemû êş û jana wan û wekî marazê dev ji wan bernedida.
Ji Cizîra Botan, li dû hev nûçeyên xerab dihat. Osmaniyan bi lîstikek nû Êzdînşer bin xist û di ser riya Suriyê de berê wî dan aliyê dinê yê Dîcleyê surgûniyê. Ew ê ku ji bo desthilatî û hêrsên xwe apê xwe ji paş ve xencer kirîbû, jî rastî heman aqûbetê hat û ew jî ji derbe xwar. Bêbextî li ser bebextiyê dît û dû re çû cem apê xwe Mîr Bedîrxan. Lê belê ne Mîr Bedîrxan, ne Rûşen Xanim ne jî Biro neçûn serdana wî. Ew bi tenê ma.
Dilê Mîr Bedîrxan êdî ewqas bêbextiyê ranedikir rojekê dilê wî sekinî. Mîr Bedîrxan çû ser dilovaniya xwe. Dengê Kor Biro ango Dirêj Biro, li aliyê Çemê Dîclêyê yên din deng veda. Dixwest hawara xwe bigihîne her kesî. Hawara Biro gihaşt hemû Kurdên li erdnîgara perçekirî. Êzdînşêr ê ku apê xwe ji pişt ve xencerkirîbû, di rêwîtiya dawî de jî xêr nekir.
Dilo Mehmed Uzun, dîroka bêbextiyê û Kurdên ji pişt ve xencer xwarine, rastî xiyanetê hatine bi xwendevanan dide nasîn. Her romanek, her çîrokek, her serpehatiyeke ku qala wî dike dîroka îro jî ronî dike û ji nifşên nû re dibe dersek.
Serhildana Çiyayê Agirî
Piştî her roman û çîroka ku tê xwendin, Dilo Mehmed Uzun, wê dawetî romanên dinê dike. Vê carê qala serhildana Çiyayê Agirî dike: Birêz Memduh Selîmê ku li derveyî welat perwerde bûye, zirav, narîn, entelektuel e. Wî û xanima wî Ferîha Xanim surgûnê Hatayê kirin. Memduh Selîm hesreta welatê wî Kurdistanê û êvîna wî roj bi mezin dibû, êdî jan dida. Bûbû mîna topeke agir. Kurdistan êdî gazî wî dikir.
Araratê destana xwe dinivîsand. Çiyayê Agirî ji aliyê hemû gelan ve tê nasîn; ku bi farisî dibêjin çiyayê Nuh, bi ermenkî dibêjin Masis, bi erebî Cebel el Hari û di dîroka mirovatiyê de cîh daye keştiya nebî Nuh, carê deriyê ji Mumduh Selîm beg re vekir û kir mêvanê xwe. Di nava coşa serhildanê de Memduh Selîm Beg pêşwazî kir. Memduh Selîm Beg pêşengiya serhildanê dikir; ew çend serhildan, ew çend qêrîn bû… Piştî demekê bi sedhezaran yekîneyên artêşê dest bi şewata Araratê kirin. Hawara Araratê, qêrîna jin û zarokan digiha ezmanan… Erd dinaliya, çiya dikir hawar. Kêzik ji helîna xwe baz didan.
Dîsa jî artêşa dewletê ji xwîna Kurdan têr nedibû. Agir berdan zêdeyî sê sed gundan. Zêdeyî dehhezar Kurdên mazlûm hatin qetilkirin. Bi hezaran Kurdan malên xwe, warên xwe li pey xwe hiştin û koçber bûn. Dinyayê li tevkujiyê temaşe dikir, lê belê dengê xwe nedikir.
Agahiya qirkirinê gihişt Hatayê. Agir ket dilê Feriha Xanim. Qetilkirina Memduh Selîm Beg jî bîhîst. Bi salan şîn girêda û jana wê qet bi dawî nebû. Malbatê xwe wê bi yekî din re zewicand û Feriha Xanim xistin riya Sûriyê. Piştî çend mehan şûn de Memduh Selîm Beg xwe gîhand Hatayê, lê belê felaket li bendê bû. Tevî êşa Agirî, êşa evînê jî kişand. Piştî ku Hatay ket nav sînorê dewleta Tirk, berî wî dan surgunê û li Suriyê bi cîh bû.
Dilo Mehmed Uzun di pirtûka xwe ya bi navê “Li Bin Siya Evînekê Winda” de êşa Mîr Bedirxan û Memduh Selîm Beg bi zimanê xwe yê zelal û bi hostayî gihandiye hev.
Dilo Mehmed Uzun bêbextî û jana ku gelê Kurd kişandiye, di salên surgûnê de li Swêdê nivîsand. Weke ku bi derziyê bîrê bikole, wêjeyeke kurdiya modern derxist holê. Wer bû ku ew ziman deriyê dimenên gerdûnî li dinyayê vekir. Ji bo zimanê Kurdî ked da û bi hezaran xwendevanên wî bersîva vê keda wî dan. Lê di bihara jiyana xwe de, di demeke ku herkes li benda pirtûkên wî yê nû bû ew jî rastî bebextiya nexweşiyê hat. Piştî ku nexweşiya benceşerê lê peyda bû, xwest biçe welatê xwe Kurdistanê. Rojên xwe yên dawî bi gelên xwe, hezkiriyên xwe û xwendevanên xwe re derbas kir. Li bajarê ku herî zêde jê hez dike de, li Amedê çû ser dilovaniya xwe. Kurd îro jî rastî zilmê tên, lê li hemberî vê zilmê berxwedana Kurdan jî heye. Hawara Dîcleyê nesekîniye, lê li cem vê hawarê tilîliyên dayîk û jinan yên serhildanê jî bilind dibin. Li her aliyên Kurdistanê serhilndan e. Ji bo qedera Kurdan nebe weke Mîr Bedirxan, Mam Seyfo, Dengbêj Biro û Memdug Selîm Beg, nifşên nû li ber xwe didin.
Dengê evîn û qêrîna Kurdan Dilo Mehmed Uzun bila dilê te rexet be, ciwanên Kurd wê xeyalên te pêk bînin...
Wergera Kurdî: Diyar Dêrikî