Ji dîrektorên Navenda Lêkolîna Polîtîkaya Kurd (Kurdish Policy Research Center- KPRC) Burak Aydin got, “Cîhan li ser modela civaka demokratîk a ku Kurdan li nêvenda aloziyê ya Rojhilata Navîn afirand diaxive.“ Aydin, bal kişand ser yekîtiya di navbera Kurdan û girîngiya kongreya netewî û wiha got: “Dê ev, statuya nîvfermî ya Kurdan fermî bike.” 
Aydin, diyar kir ku sedsala çûyîn Kurdistan ji aliyê 4 dewletên serdest ve hatiye perçekirin, di vê sedsalê de dînamîkên her perçeyê dest bi rêxistinbûyînê kirine û balê kişand ser “cudahiyên asayî”. 

Aydin, diyar kir ku Kurdên li her çar perçeyan ji aliyê her 4 dewletên serdest ve tim rastî polîtîkayên bişavtin, înkar û îmhayê hatine û wiha dest nîşan kri: “Bangawaziya Kongreya Netewî ji aliyê kê bê kirin bila bê kirin, lê divê hemû partiyên Kurdan guh bidin vê bangawaziyê û divê rasteqîniya berpirisyariya dîrokî ya kongreya netewî neyê piştgihkirin.”

Modela Civaka Demokratîk

Aydin, destnîşan kir ku di çend salên dawî de li Rojhilata Navîn Kurd xala herî dînamîk û krîtîk in û got, ev ji aliyê cîhana rojavayî û DYA’yê ve baş tê dîtin. Aydin wiha axivî: “Gelek akademîsyen, saziyên ramanê, pisporên Rojhilata Navîn di ser mînaka Rojavayê modela civaka demokratîk a Kurdan li nav aloziya Rojhilata Navîn afirand û nirxên vê modelê diaxivin.” 



‘Kongre pêdiviyek e’

Aydin, anî ziman ku kongreya netewî ji daxwazê bêtir pêdiviyek e û wiha domand: „Divê Kurd teqez vê firsenda dîrokî ji dest bernedin û bi taybetî dema bi hêzên navnetewî re der barê pêşeroja Kurdistanê de biryaran digirin divê temsîliyeta di asta netewî de esas bê girtin. Ji ber vê jî, kombûyîna wê ji daxwaz û xwestekê bêtir, veguheriye pêdiviyekê.” 
Aydin ê got, “Wek Navenda Lêkolîna Polîtîkaya Kurd em li her 4 perçeyên Kurdistanê dînamîkên Kurdan ji nêz ve dişopînin û em her dixwazin hem bi lêkolîn, hem jî bi xebatên xwe platformekê çêbikin” herî dawî wiha bang li partiyên Kurd û nûnerên wan kir: “Divê partiyên Kurd, demildest krîza herêmî çareser bikin û divê yekîtiya netewî ya Kurd bikin madeya xwe ya ewilîn. Ev hem ji bo Rojava, hem jî ji bo hikûmeta Başûr tiştekî jiyanî ye. Divê partiyên Kurd bi awayekî kamilbûyî û çareseriyî nêzî Kongreya Netewî bibin.” 



ENQERE