Hîşam El-Hibêşan bal kişand ser destwerdana Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê û wiha got: “Rola Tirkiyeyê di aloziya Sûriyeyê de gelekî neyînî bû û radîkalbûn û şerê navxweyî di Sûriyeyê de bi taybet li bakur û bakurrojhilat gur kir. Ji ber vê destwerdana Tirkiyeyê wêne û nexşeyeke nû bi armanc û stratejiyên wê yên pêşerojê di vî şerî de ku li ser Sûriyeyê hatiye ferzkirin, hate peydakirin.”


‘Herêma ewlehiyê û hincetên bê bingeh’

El-Hibêşan da zanîn ku Tirkiyeyê ji bo avakirina herêmeke ewlehiyê li bakurê Sûriyeyê bi hincetên bê bingeh alîkariya xwe bi komên çete re zêde dike û axaftina xwe wiha domand: “Tiştên li Enqereyê di paş perdeyê de dihatin meşandin, diyar dike ku projeyeke Tirkiyeyê ji bo alîkariya bi hemû komên radîkal re tê pilankirin û dê hewl bidin ku berê van komên radîkal bidin bakurê Sûriyeyê. Bi vê yekê û li gorî çavdêrên siyasî hinceta Tirkiyeyê ji bo destwerdana leşkerî di Sûriyeyê de xurt dibe. Her wiha ev hincet têra avakirina herêmeke ewlehiyê li bakurê Sûriyeyê dike. Ev pilan di bin navê vegerandina koçberên Sûriyeyê de tê meşandin û bi vê yekê dê rê li pêşiya xebatên pêkhateyên Rojavayê Kurdistanê ji bo herêmên xwe bigihînin hevûdu, bigire.”


‘Tirkiye di Cerablusê de alîkariya DAIŞ’ê dike’

Derbarê hewldana rizgarkirina bajaroka Cerablusê ya rojavayê kantona Kobanê de El-Hibêşan got ku koalîsyona di navbera hêzên leşkerî yên herêmê de pilanên Tirkiyeyê li bakurê Sûriyeyê vala derxist û ev tişt li axaftina xwe zêde kir: “Pêngava Kurd û Ereban li bakurrojhilatê Sûriyeyê di avakirina Hêza Sûriya Demokratîk (QSD) de ku bi saya wê herêmên berfireh ên Sûriyeyê ji destên çeteyên DAIŞ’ê hatin rizgarkirin, rê li pêşiya pilanên Tirkiyeyê girt û hemû îdîayên wê vala hatin derxistin. Ji ber vê yekê Tirkiyeyê bi hemû hêza xwe alîkariya çeteyên DAIŞ’ê li bajaroka Cerablusê dike û hewl dide DAIŞ’ê li ser piyan bihêle ji bo ku di pêşerojê de ji bo destwerdana Sûriya ya leşkerî bike ji xwe re wekî hincet bikar bîne.”


‘Hebûna DAIŞ’ê li Cerablusê gumanan çêdike’

El-Hibêşan derbarê ciddîbûna dewletên mezin di tunekirina çeteyên DAIŞ’ê de diyar kir ku cîhan bêzar e yan jî naxwaze çeteyan tune bike û gumanên xwe wiha anîn ziman: “Dibe ku tevahî sîstema navnetewî û cîhanî di tunekirina çeteyên DAIŞ’ê de bêzar e yan jî naxwaze bi temamî terora çeteyan tune ku DAIŞ û hevkarên wê nûnertiya wê dikin, tune bike. Hebûna DAIŞ’ê li Cerablusê vê gumanê li ba min çêdike. Tevî ku bi dehan lêkolîn û rapor ji bo alîkariya bi xebatên Kurd û Ereb ên herêmê re ji bo derxistina çeteyan ji Cerablusê, hatin derxistin, lê hêjî Tirkiyeyê li hemberî van xebatan dibe asteng. Di vê derbarê de Tirkiyeyê ji bo rê li pêşiya alîkariya bi van hêzên herêmî re ku li dijî çeteyên DAIŞ’ê li ber xwe didin bigire, hê jî biserketiye û hewl dide pilanên xwe bi destên çeteyan li bakur û bakurrojhilatê Sûriyeyê pêk bîne.”

Nivîskar û çalakvanên siyasî yê Urdinî Hîşam El-Hibêşan axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Qonaxa bê gelek guman û pirsan derbarê geşedan û pêşketinên li bakur û bakurrohilatê Sûriyeyê bi xwe re tîne. Ev herêm niha ji hemû ihtîmalan re vekirî ye. Di van 5 mehên bê de gelek buyerên cuda ku tên gumankirin û nayên gumankirin di aliyê leşkerî de bi taybet li vê herêmê dê pêk werin.” 


 ANHA/QAMIŞLO