Rojnameya me jî biryar da ku rûpelekî edebiyatê amade bike. Ev tê wateya deftereke nû. Deftera serpêhatî û rojnivîsan… Destpêkêk nû ya dabaşan!.. Hinekî rizgarbûna ji “mobilizê” ye. Belkî ders, belkî “cinqî-kirin”, belkî…. Weke Lenîn dibêje; “Ne li ser formulên kevin, divê em pala xwe bidin rastiya nû.” Gotina “belkî” têra rastiyê nake. Li hemberî “xewarên demê”, em bêjin, edebiyat tewaşê jiyanê ye, bêyî edebiyatê jiyan rijî ye.
Gotina “efsûnê”, tê wateya ku her nivîskar hinekî efsûnbaz e. Efsûnbazê hişmendî û zanistê... Dema ku mirov bi bûyeran re, bi pêşketinan re hemhal bû, ji bo xwe, ji bo mirovan, ji bo civakê, ji bo cîhanê, pirranî ji bo siyasetê çi hebe dibîne. Dibîne, formule dike, bi gotinên retorîk dide. Hingî dikarê bêje, “ez xeyalan dikim, difikirim, pêşdîtinên min jî, min xelat dikin.”
Plehanov, dibêje, “hişmendiya civakî, ji aliyê hoy û mercên civakê ve tê kişf kirin.” Binêrin, ji Hawarê ((15ê Gulana 1932) û heta îro 82 sal derbasbûne. Hîna zimanzanên me, ji dabaş û babeta rêzimanî gavekê wêde neçûne. Hîna asta Mihemmed Kerbelayî ((1912) ku atlas-“ferhenga menzûm” amade kiriye zemt nekirine. Edebiyat dîtin e, gotin e!... Dîtin, babetek rêbazî ye. Mirovê dibîne, çavên mêjiyê xwe bikar tine. Lewra dibêjin, edebiyat riyên hişmendiyê fereh û zêde dike.
Disîplîna matemetîkî ye ev!...
Bêyî disîplîna matemetîkî, qanunên jiyanê nayên fêm kirin. Ev rêbaz edebiyatê di himbêza sosyolojî de rûdinîne. Hingî, normên civakî ji bo hunerê edebiyat û sosyolojî dibine çavkaniyên hevbeş. Ta ku edebiyat bikaribe, bûyerên hundir û derve dinava xwe de ragire. Ji ber ku guhertinên bi hoy û mercên dîrokî ve girêdayî, dibine mijara edebiyatê. Edebiyat jî bi riya gotinan, vedibêje, vedikole û bi amurên estetîkê radigihîne.
Lê heta îro, intelîjansiya Kurd, edebiyata ku propaqendeya “sertewandinê” diparêzin. Ev jî, encama sîstema dewşirmetiya di nexşeya bedenan de hatiye rûnandin e. Sîstema dewşirmetiyê, amurê fedolîzmê ye, di çerxa sîstema kapîtalîst de, nav guhertiye. Di dome. Geh teşkîlat e, geh terîqat e, geh cemaet e, geh cîhad e û hwd. Li ser bingeha entrîqayên Osmanî û Emewiyan hatiye rûnandin. Nifş-î sadîk, yan jî milet-î sadik diafirîne. Tirkiyê bi van mînakan dagirtî ye. Ev kes, ji bilî gelê xwe, ji bilî netewa xwe, bi her kesî ve girêdayî ne. Ev destîniya cografya Kurdistanê ye,
Ya herî balkêş, destîniya bazirganî ye. Binêrin, li Fransa, sosyalîst desthilatdar in, lê dostê çeteyên li Rojava ne û li Efrîka dagirkeriyê dike.
Em dûr nekevin; eger jiyana rojane bê siyaset, bê qîr û teşqele, bê tevger, bê bazar û têkiliya mirovan çênabe, guman dikin ku siyaseta bê edebiyat jî çênabe. Di heman demê de, edebiyata bê siyaset jî çênabe. Siyaseta bê edebiyat rijî ye, edebiyata bê siyaset jî kelê ye. Rebaz: Edebiyat dibistana siyasetê ye.
Haaa, di qonaxa îro de ezberê gelê Kurd xerab bûye. Piştî bihara gelan, ezberê gelên Rojhilata Navîn jî xerab bûye. Bi gotina Lenîn, “ne li ser formulên kevin”, di rastiya nû de. Gelo edebiyat çi dike? Intelijansiya Kurd çi dike?
Bihara gelan, di qonaxa “Deh Rojên ku Cîhan Hejandin”e de ye. Di encama vê hejandina dîrokî de, ji bilî Rojavayê Kurdistanê; guhertina gelan, li hemberî “hutê heft serî” zikratan dike. Erê, gelên li herêmê dest bi raperînê kirin, xwîna xwe rijandin, canê xwe dan... Li Libya Qedafî ji holê rakirin, li Misirê Mubarek berteref kirin; lê hutê heft serî, li pêşberî burokrasiya ejderha neçar û bêzar man. Hîna di destpêkê de hêzên peşeng, yan jî kesên leheng, bûne diranek ji çerxa sîstemê. Hêza burokrasî nedîtin, yan jî biçûk dîtin. Berî çend rojan, rojnamevanekî, digot, “qehwexaneyên Misirê û salonên Zanîngeha Misirê bi ciwanên ku dixwazin bibin helbestan dagirtî ne.”
Ne helbestvanan, ne nivîskaran, ne intelijansiya, ne jî sosyologan, bi çavên mêjî li pêşketinan ne nêrîn. Helbestvanan bi gotinên retorîk “methiye” xwendin, rewşenbîran jî “neşîde û ûpanîşad”ên bêalitiyê xwendin. Hêza dezenformasyona sîstemê nedîtin. Çima ji ber ku ji disiplîna matemetîkî dûr bûn. Mobilîze rojnamevan jî, mîna li Tirkiyê û hinek zewatên Kurd, roleke xerab lîstin.
Li Rojava “şoreşa demokratîk” pêk hat.
Şoreşa Demokratîk, nû ye û beramberî gelek metirsîniyan e. Ev herka dîrokî, aliyekî xwe ya îlahî-gelerî heye. Bûyerên îlahî-gelerî, xwedî rol û misyonek in, gelên li Rojava bi rol û misyona xwe rabûn. Jiyanek nû ye û pêdivî bi edebiyatek nû heye.
Şoreşa Demokratîk ya Rojava, weke “pirtûka jiyanê” derkete holê, dive em bixwînin, bibînin, riyên hişmendiyê fereh û zêde bikin.
Divê rewşenbîrên Kurd, nivîskarên Kurd bibin çavên şoreşa demokratîk.
Cihana nû edebiyata nû
Piştî sernavê nivîsê, min notek danî, “gotin efsûn e, efsûn berhemê gotinê ye”.