Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Îbrahîm Ceferî ji bo hebûna eskerên Tirk li ser axa Başûr Kurdistanê û Iraqê got:”Em destûr nadin Enqere mûdexeleya karên navxweyî yên Iraqê bike û qebûl nakin ku artêşa Tirk di nava axa Iraqê de bimîne. Em niha hewl didin herêmê ji şerên metirsîdar biparêzin.”
Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Îbrahîm Ceferî ji televîzyona Rusya Today re axivî. Ceferî da zanîn ku hewl didin nakokiyên li herêmê çareser bikin û Iraqê ji şerên metirsîdar biparêzin û got, ji ber vê jî divê artêşa Tirk di nava axa Iraqê de nemîne. Ceferî li ser danûstandinên Iraq û Tirkiyê jî diyar kir ku ew dixwazin weke welateke cîran peywendiyên wan yên baş li gel Tirkiyê hebe, lê di heman demê de hişyarî da Tirkiyê û got, “Bes em qebûl nakin ku Enqere destwerdan li karên navxweyî yên Iraqê bike. Her wiha em rê nadin leşkerên Tirkiye di nava axa Iraqê de bimîne.”
BEXDA