
Ji bo nasandina çiyayê Nemrût ê li Semsûrê ji BBC’ye Joseph Flaherty dosyayeke nasandinê amade kir. Flaherty ku bi pirsa “Em çiyayê Nemrût ê peykerên mezin ên xwedayan û kralan lê ne û di lîsteya mîrasa cîhanê ya UNESCO de cih digirin çiqasî nas dikin?“ dest bi nivîsa xwe dike derbarê herêmê û Nemrûtê de çavdêriyên xwe bi vî rengî parve dike:
Nobedarên bêdeng
Evder goristaneke gelekî mezin ku peykerên xwedayan, kralan ji jor ve li me mêzedikin e. Beriya Zayinê di sedsala 1. de Kral I. Antuochus lîderê Kraliyeta Kommagene yê herêma ku niha di nava sînorên Semsûrê de cih digirê bû. Dema di sala Beriya Zayinê 34’an de mir, li girê çiyayê Nemrût ê ber ba ku li çemê Firatê mêzê dike hate veşartin. Di vasiyeta xwede de Antiochus gotibû ew dixwaze li cihekî bilind û bêdeng were veşartin. Ji bo vê yekê jî perestgeha xwe ava kir û piştî mir di nava xwedayan de hate veşartin. Dîmenê li çiyayê Nemrûtê îro xwiya dike tenê serî û bermayiyên peykerên mezin ên hatibûn avakirin in.
Dîmenê Buhiştê
Dema di rêya bi fetlînok re ber bi lutkeya çiyê ve mirov hildişike manzareyeke bêhempa a çiyayên Torosan jî di nav de ne mirov pêşwazî dike. Xwegihandina Nemrûtê ji Semsûr û Meletiyê ve dibe.
Senteza rojhilat û rojava
Li aliyê Rojhilat ê çiyayê Nemrût bedena ji kevir a xwedayên û serê wan ên rûxiyane li pêşiya wan hatine rêzkirin tên dîtin. Peykerên li vir mîna senteza çand û baweriyên li derdora kraliyeta Kommagenê ne. Fîgûrên tevlîhev ên Pers, Zerdûştî û xwedayên Yewnan pêk tên.
Di navbera du împaratoriyan de
Her çiqas serê pêykerê Kral Antiochus qut bûbe û ketibê pêşiyê jî tiştek ji heybeta xwe wenda nekiriye. Li kêleka wî jî pêşkerê qertalekî û xwedayê parazvanê Kommagene cih digirin. Kommagene yek ji kraliyetên piştî parçebûna împaratoriya Skenderê Mezin derketiye holê. Împaratoriya li Başûr-rojhilatê Anatolyayê, ji aliyê rojava ve Roma û ji aliyê Rojhilat ve jî kraliyeta Part ew dorpêç kiriye.
Li lûtkeya çiyê tirba ji bo Antiochus hatiye avakirin û mîna tumulus tê binav kirin 50 metroyî bilind e. Ev bilindahî bi kevirên çaqilan hatiye ava kirin. Tê gotin ku Antiochus ji aliyê dê ve Yewnan ji aliyê bav ve jî Pers e.
Gor a nehatiye keşfkirin
Piştî mirina Antiochus bi 106 salan yanî Piştî Zayinê di sala 72’an de kraliyeta Kommagene ji aliyê Romayiyan ve hate îlhak kirin. Heta sala 1881’ê ku endezyarên araziyê yên Alman kişf nekirin hebûna gor a li lutkeya çiyê ne dihate zanin. Cihê ku kral lê hatiye veşertin hêna ne hatiye dîtin. Lê belê tevî teknolojiya pêşketî ya dema me de jî mirovên zanistê ditirsin ku di dema lêkolînê de zirarê bidin gor a bi navê tumulusê.
Ji bo Antiochus dua
Li aliyê rojhilat ê gorê peykerekî şêr ji jor ve li herêmê mêze dike. Mirovan li vir di hizûra xwedayan da agir pêdixist û ziyafet amade dikirin da xweda kêfxweş bibin. Mîna Zeus, Antiochus jî peykerê xwe di nav yên xwedayan de ava kir da mirovên wan xwudayan dihebînin ji bo wî jî duayan bikin.
Çavkaniya Firatê
Li vir çemê Firatê xwuya dike ji dûr ve. Ji nava sînorên Tirkiyeyê derdikeve û di axên Sûriye û Iraqê re derbas dibe, li jêr bi çemê Dicleyê re dibe yek û diherike kendava Basrayê. Çiyayyê Nemrûz nêzî xeta fayê ya Rojhilatê Anatolyayê ye. UNESCO ku ditirse berhemên dîrokî ji erdhejekê zirarê bibin herêmê di bin çavdêriyê de dihêle.
Ji jor ve mêzekina li çiyayan
Bilindahiya çiyayê Nemrût 2134 metro ye. Lêkolînan derxiste holê ku peyker li gor salnameya heyvê li gor sîstemekê hatine bicîh kirin. Lutkeyên Nemrût ne tenê ji bo dîtina peykerên bêhempa, ji bo temaşekirina manzayara bedew û çûyina ava ya rojê jî cihekî hêjaye bê ziyaret kirin.

BBC