Çeteyên DAIŞ′ê li bajarê Minbicê dibistana amadeyî ya bazirganî û senaî veguheztibûn kargeha çêkirina madeyên teqemeniyê. Komîteya Çand û Huner a Minbicê biryar da ku vî cihî veguherîne cihê perwerdekirina zarokan.
Dema ku çeteyên DAIŞ′ê bajarê Minbicê sala 2013′an dagir kir, dibistan girtin û destûr nedan ku zarok bixwînin. Gelek ji wan dibistanan jî ji bo xwe bi kar dianîn.
Çeteyan dibistana amedeyî (lîse) ya bazirganî û senaî ku dikeve rojavayê çerxeriya El-Sebei Behrat a bajarê Minbicê kiribûn cihê çêkirina madeyên teqemeniyê û zarokên Minbicê ku navê ″Eşbal El-Xîlafe″ li wan kiribûn, li wê dibistanê perwerde dikirin.
Piştî ku Minbic ji çeteyên DAIŞ′ê hat rizgarkirin li wê dibistanê cihê perwerdeya zarokan, çêkirina madeyên teqemeniyê û gelek pirtûkên DAIŞ′ê hatin dîtin.
Komîteya Çand û Huner a Minbicê bi alîkariya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk dê vê dibistanê paqij bike û ji bo xebatên çand û huner amade dike. Li dibistanê her wiha pirtûkxaneyeke navendî jî wê bê çêkirin.
Li dibistanê dikeyek heye, ev dike wekî Navenda Çand Û Huner a bajêr dihat bikaranîn û kongre, civînên rewşenbîran, şano û pêşengehên nîgarvanî lê dihatin lidarxistin.