Meclîsa Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê, piştî kongreya xwe ya duyemîn a 30-31’ê Gulanê li çiyayê Şengalê pêk hat, bi beşdariya hemû endaman yekemîn civîna xwe li çiyayê Şengalê li dar xist. Civîna meclîsê bi deqeyeke rêzgirtinê ya li ser ruhê şehîdên Êzîdxanê û şehîdên şoreşê dest pê kir.

Di civînê de rêziknameya meclîsê ji aliyê endamê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Hecî Hesen ve hat xwendin û bi temamî hate pejirandin.

Hesen bi xwendinan rêziknameyê sembola meclîsê diyar kir ku û got: “Sembola Meclîsa Rêveberiya Xweser a Şengalê ji Çiya-rojê û quban pêk tê. Piştî salekê wê kongre careke din were lidarxistin û dikare ji mehek an sê mehan pêşde û paşde bide. Pêkhateyen wê 40 ji sedî jin cihê xwe di nava meclîsê de digirin. Biryar bi piraniya dengan tên girtin. Meclîs ji 12 komîteyan pêk tê. Erkê herî esas, proje û biryardan e.”

Komîteyê xwe diyar kirin

Di rêziknameyê de gelek deste hatin destnîşankirin û her yek ji van desteyan jî şîrove û nêrînên endaman li ser hatine dayin ku her yek ji wan di demê pêş de wê çi bike. Komîteyên ku hatine destnîşankirin ev in:

1-Çand, Huner û Ragihandin; 2-Ewlekarî; 3-Xizmetguzarî; 4-Zagonsaz; 5-Perwerde; 6-Mafên Mirovan û Saziya Malbatên Şehîdan; 7-Bawerî û Ol û Aştî; 8-Aborî; 9-Ciwan û Werzîş; 10-Tenduristî; 11-Rêxistina Civakê; 12-Katibê Meclisê.

Piştî komîte û berdevkên wan hatin eşkere kirin, 2 hevserok û alîgirên wan ên desteya rêveber a Şengalê, ji aliyê endaman ve hatin dengdan û qebûlkirin.

Hevserok û alikarên wan

Hecî Hesen Pîso û Zehra Sulêman weke hevserokên desteya Rêveber a Şengalê hatin hilbijartin. Di civînê de 2 alîgirên hevserokên desteyê jî hatin hilbijartin. Navên wan jî wiha ne: Nehla Yusif û Herbo Xidir Merdos.

Piştî navbera nîvro hilbijartin li ser komîteyan hatin kirin û wê kî cihê xwe di kîjan komîteyê de bigire, hate destnîşankirin.

Hikûmeta berê terka gel kir

Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Hecî Hesen Pîso li ser encam û kar û xebatên desteyan axivî û got: “Îro civîna fermî ya meclîsê hate lidarxistin û di meclîsê de hevserok û alîgirên wan hatin hilbijartin. Projeyên ku di hundirê meclîsê de werin dengdan, dibin biryar û desteya rêveber wan biryaran pêk tîne. Hikumeta beriya niha bi erka xwe ranebû. Çawa ku gel koçber bû, ew rêveberiya berê jî terka gel kir û tarûmarî bû.”

‘Xwîna me di destê wan de ye’

Hesen destnîşan kir, kesên ku destê wan di xwîna Êzîdiyan de nebe, ew dikarin wan bigirin nava xwe, lê yên destê wan di nava xwîna gelê wan de hebe, ne bi tenê di nava rêveberiyê de, cihê wan li Şengalê bi temamî jî nîne. Hesen wiha pê de çû: “Wê di demên pêşiya me de dadgeh werin vekirin. Ew kesên ku dest dirêjî namûsa Êzidiyan kirine û pêşengiya vê fermanê kirin, wê dadgeh wan bi sûcê wan dadgeh bike.” 


 ANF/ŞENGAL