Cihoka Şamran yek ji mînakên bêhempa yên endezyariya avê ya cîhanê ye ku qralê Ûrartûyiyan, Menûa ji bo ku avê ji navçeya Payîzavayê bigihîne navenda bajarê Wanê, beriya 3 hezar salan daye çêkirin. Ev cihok hê jî Wanê xwedî dike.
Dewleta Tirk heta ku jê tê hemû berhemên dîrokî yên li Kurdistanê tine dike. Yek ji çend berhemên ku li gel talankariyê heta roja îro hatine, Cihoka Şamran ye. Cihoka Şamran, yek ji berhemên girîng ên mîmariya şaristaniya Ûrartûyiyan e ku heta roja îro hatiye. Ji bo tinekirina vê berhemê, gelek hewldan hatin kirin. Li gel hemû hewldanên dewleta Tirk jî, ji Cihoka Şamranê ev 3 hezar sal e av diherike û ruh dide Wanê.
Kralê Ûrartûyiyan Menûa ji bo ku avê ji navçeya Payîzava bîne paytexta dewleta xwe Tûşbayê, beriya 3 hezar salan Cihoka Şamranê çêkiriye. Cihoka Şamran ku yek ji berhemên bêhempa yên endezyariya avê ya cîhanê ye û dirêjiya wê 51 kîlometre ye, hê jî pêwîstiya avdanê ya Wanê dabîn dike. Ava vê cihokê, ji kaniya li binê tehtên Kalker ên li rojavayê Çiyayê Bacetê ku li gundê Yûkari Kaymaz e, dizê. Bi rêya vê cihoka dîrokî, av digihîje navenda bajarê Wanê. Li navçeya Artemêtanê ku cihok tê re derbas dibe, nivîs li ser tehtan hatine nivîsandin.
Cihoka Şamranê, ji ber bedewiya xwe bûye mijara gelek stranan. Di qeydên Ûrartûyiyan de navê vê cihokê ‘Menûa’ ye. Piştre navê cihokê dikin Şamran. Dîroknasê Ermen Movses dibêje ku navê Şamranê ji navê şahbanûya Asûrî Semîramîsê tê. Tê gotin ku Semîramîs piştî Ûrartûyiyan cihokê ji nû ve çêdike. Her wiha ji bo gund, bajarok û navçeyên li ser rêya xwe jî dibe ava vexwarinê. Ev cihoka ku bûye jiyan û bereket ji Wanê re, her wiha derdora xwe jî dixemilîne. Her sal bi hezaran mirov serdana cihokê dikin. Cihoka Şamran diheman demê de ji bo gelek mirovan jî çavkaniya debarê ye. Li dora vê cihokê gelek çewlikên masiyan û dikan hatine vekirin. Cihoka Şamranê tevî ku 3 hezar sal di ser çêkirina wê re derbas bûn hê jî av jê diherike.
Dewletê xwestibû tine bike
Dewleta Tirk hem xelkê herêmê asteng dike ku ji bereket û bedewiya Cihoka Şamranê sûdê wergire û bi ser de jî berê xwest bi çêkirina santraleke hîdroelektrîkê li ser cihokê, bedewiya cihokê û dîroka wê bi temamî tine bike. Şaredariya DBP’ê ya Payîzavayê ya niha qeyûmê dewleta Tirk ew dagir kiriye, berê ji bo parastina Cihoka Şamranê gelekî hewl da.
ANF/WAN