Civata Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) serdana Binarê Qendîlê kir û ji bo nûjenkirina mizgeftên Binarê Qendîlê, 17 hezar euro alîkarî da.

Di sala 2018’an de li Binarê Qendîlê ji ber lehiyê, ziyan li çend mizgeftan bû. Ji bo nûjenkirina dibistan, rê û mizgefatan Şaredariya Binarê Qendîlê dest bi kampanya alîkariyê kirîbû. Şandeyeke CÎK´ê doh çû serdana Binarê Qendîlê û ji bo nûjenkirina mizgeftan 17 hezar euro alîkarî da.

Şandeya CÎK´ê ji Serokê CÎK’ê Hafîz Ehmed Turhallî, Cîgirê wî Harûn Sever pêk dihat. Heta niha şandeyê serdana cihên ku par ji ber lehiyê ziyan li wan bûye, kiriye. Şande herî dawî çûn serdana Şaredariya Binarê Qendîlê.

Hevserokê Şaredariya Binarê Qendîlê, Mihemed Hesen li gel şandeyê çû serdana gundê Mawnan ê li Dola Baleyan. Şandeyê li wir ziyana çêbûyî lêkolîn kir. Li wir Hevserokê Şaredariya Binarê Qnedîlê Mihemed Hesen qala tevahiya ziyana li welatiyan bûyî kir.

CÎK wê alîkariyê dewan bike

Piştre Serokê CÎK’ê Hafîz Ehmed Turhallî axivî û got; “Tişta ku rûdaye, ziyaneke mezin e. Em kêfxweş in ku ziyana giyanî çênebûye. Pêwîstiya birayên me bi alîkariyê heye. Divê em jî weke erkekî li ser milê xwe alîkariya wan bikin.”

Şandeyê bi amadebûna welatiyên Binarê Qendîlê, 17 hezar euro weke alîkarî radestî şaredariya Binarê Qendîlê kir. Hevserokê Şaredariya Qendîlê Mihemed Hesen li ser navê Binarê Qendîlê spasiya şandeyê û kesên alîkarî şandî kir.

Serokê CÎK’ê Hafîz Ehmed Turhallî diyar kir ku erka xwe pêk tînin û got, ew dixwazin careke din ji bo Binarê Qendîlê alîkariyê kom bikin û pêşkeşî xelkê Binarê Qendîlê bikin.

 

ROJNEWS / QENDÎL