Mînaka herî balkêș jî di cihê peyva "șîrîn" de bikaranîna peyv yan jî rengdêra "șêrîn" (wate= wekî șêr) e, êdî baș tê zanîn ku peyva "șîrîn" ji șîr tê, xwerû jî ji șîrîniya șîrê ji pêsîrên dayîkê, di Avestayê de jî gelek zelal e ku ev peyv ji șîr hatiye afirandin, lê îro di nivisandinê de goștê șêr kirine cihê "șîrîn" û ziman herimandine. Mixabin ku pirraniya weșanxane û kesan di cihê "șîrîn” de peyva herimî "șêrîn" bikartînin. Ku mirov xwe șaș bike bibêje; "ev șaș e", wê demê jî poz/difin badidin.

Zimanê Kurdî di warê șayesandinê de pir dewlemend e, hima bigire ev dewlemendiya di piraniya zimanê cihanê de tune. Di zimanê me de gelek peyvên sînonîm/ hevwate hene, xwerû jî di rengdêran de,  piraniya rengan li gor ton, biriqîn, matbûnê, bi tevlihevbûna ton û șîrava  rengên din, qirêjî, çilmisîn, kevinbûnê re cûda cûda tên binavkirin, ev jî ziman û wêjeya me bi awayekî erênî dewlemend dike. Bi taybetî jî rengdêra spî di vi warî de berfireh e. Gelek ton, form, awa û teyisandinên rengê spî hene. Çend mînak ji rengê spî; spi, gewr, spiyê kufikî, boz, berfî, çîlspî, çîkspî, qerqaș, șînboz, sîrspî, melhemî, qîçî, dibe ku hê binavkirinên cûda jî hebin, lê vê gavê ev hatin bîra min. Di her zimanî de bi pêvajoya salan re guhertin, firehbûn, tengbûna wateyê re hin form derdikevin, bê guman formên șaș jî. Mixabin ku di hin devok û li hin herêman bi salan re hin bikaranînên ji semantîkê dûrketî rûniștine, di vê dema me de jî, bê lêkolînên bingehîn wek peyvên standardîze derdikevin rojevê, ji van peyvan yek jî peyva "spîboz” e ku bi șașî di cihê çîkspî/çîlspî de tê bikaranîn, em di vê nivisê de piçek vê mijarê vekin.

ÇIKSPÎ

Ji bo ku em semantîka vê peyvê têbigihîjin, divê em berê vê peyvê verisînin û lê binêrin, ka bingehê wê ji ku tê. Ev peyv ji du peyvan yan jî ji pêșgir û rengdêrekê pêk tê, yek pêșgira rengdêrî "çîk" yek jî rengdêra "spî" ye.
Çîk ji çîk yan jî çirûskê agir tê, gelek birqonek e, çavên mirovan digire, dema mirov vê pêșgirê tîne pêș "spî"  dibe "çîkspî" ango spiyê wekî rojê çavên mirova digire, bi biriqîn șewle dide. Xwerû jî dema zivistanê roj li ser berfê dibiriqe, ji biriqîna mirov nikane çavê xwe veke, ev form tê bikaranîn.
Dîsa kinc û bergên spi yên dibiriqin jî, bi vê rengdêrê tê șayesandin. pêșgira "çîl" jî di naveroka xwe de, biriqîn, çîk dayînê werdigire. Ango di wateya çîkspî de ye. Ev ji bo rengê hewayê jî tê bikaranîn. Dema asuman zelal be, tu ewr û mijek li pêș tunebe, dibêjin; "Çîksayî”
Hevoka mînak:
"Zivistan bû, ez derketim ber derî, roj li ser berfê wek neynikê hêlî dida, her der çîkspî, wisa șewle dida, palikê çavên mirovan venedibû."

SPÎBOZ
Di bingehê xwe de spiyê boz e, lê bi demê re tîpa tewangê "e" ketiye û herdu bi hev re kelijîne. Ev peyv jî ji du peyvan yan jî rengdêran pêk hatiye. Yek rengdêra "spî" ye, yek jî ton/forma wê ya qilêrîn "boz" e. Di warê semantîkê de dema mirov van herdu rengdêran bîna ba hev dibe, "spiyê boz" ango spiyê qilêrîn, yê hîç nabiriqe, mat e. Ev jî tu carî bersiva peyva çîkspî/ çîlspî nade.
Hevoka mînak: "Te çûye, ev cawê sipiyê boz /spîboz girtiye, mirov wê bișo jî mîna qilêrin î xuya dike."
Berê ku mirov peyvekê yan jî rengdêrekê di berhemeke wêjeyî de bikarbîne, divê mirov wê peyvê, yan jî rengdêrê baș verisîne, semantîka wê baș têbigihîje, hê têxe nava hevokên wê berhema wejeyî. Ev jî berpirsiyariyeke girîng e. Mafê tu kesî tune ku ziman li gor dever û herema xwe biguherîne.


FÊRGÎN MELÎK AYKOÇ